• Monday, 17 March 2025
logo

Piştî çend salên zêde, şandeke Durziyên Sûriyê gehiştin Îsraîlê

Gulan Media March 15, 2025 Nûçe
Piştî çend salên zêde, şandeke Durziyên Sûriyê gehiştin Îsraîlê

Roja 14.03.2025, Şandeke ku ji 100 şêxên Durziyên Sûriyê pêk tê, ji bo cara yekê ye ku piştî sala 1973, serdana Îsraîlê dike.

Ew serdan dê 2 rojan bikêşe û tê de cihên olî yên bakûrê Îsraîlê dê bên serdan kirin, ya herî diyar jî tirba Pêxember Şueyb e ku li rojavayê Teberiye ya bajarê Celîle.

Serokê ruhanî yê êla Durziyan li Îsraîlê Şêx Mufeq Trîf, serdana xwe piştî salên dûr û dirêj, wek rojeke dîrokî bi nav kir.

Biryare ew şand di wê serdanê de li gel çend kesayetiyên ayînî û civakî yên Durziyan bicivin.

Di demekî de giringiyeke zêde bi wê pêngavê tê dayîn, Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragehand: Di vê heftiyê de dê rê ji karkerên Durziyan re bê dayîn ku li Sûriyê hatine, biçin Îsraîlê, di demekî de sînor bi awayekî diyarkirî dê bê vekirin, di dema şerê navxweyî yê Sûriyê ve ew kar nehatiye kirin.

Durzî civakeke ereb in ku li pey sloganeke olî ya bi eslê xwe Îslamî ne, li Lubnan, Sûriye, Îsraîl û Golanê, pêgeheke wan ya xweşik di nav ol û çandên navçeyê de heye.

 

 

Basnews

Top