Washingtonê ji Bexdayê xwest ku pirsgirêka şirketên petrolê çareser bike

Washingtonê ji Bexdayê xwest ku pirsgirêka şirketên petrolê yên li yên Herêma Kurdistanê çareser bike.
Îdareya Amerîkayê ji hikûmeta Îraqê dixwaze ku ji bo çareserkirina pirsgirêka şirketên Amerîkayê yên ku li parzûngehên Herêma Kurdistanê dixebitin û dana deynên wan bi Herêma Kurdistanê re bixebite.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Michael Waltz bi rêya hesabê xwe yê Xê diyar kir ku ew bi telefonê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axiviye û got:
"Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiriye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên peymanan ên asêmayî û vegerandina deynê şirketên Amerîkayê yên qada enerjiyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bixebite."
Li gorî heman postê, Michael Waltz her wiha daxwaz ji Sûdanî kiriye, “Bexda koordînatorekî qada veberhênanê damezirîne da ku bi wan şirketên Amerîkî re kar bike ku dixwazin li Îraqê veberhênan û kar bikin."
Daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îraqê
Ofîsa Serokwezîrê Îraqê jî şeva borî de ragihand ku di guftûgoya di navbera Sûdanî û Michael Waltz de, wan tekezî li ser xurtkirina hevkariya dualî ya di warên aborî û ewlehiyê de kiriye û got:
"Serokwezîr pêbendiya Îraqê ya ji bo berfirekirina pêwendiyên aborî yên bi Amerîkayê re ducare kir.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hewlên hevbeş ên ji bo avakirina Îraqeke xurt kir ku karibe pişta xwe bi xwe girê bide.”
Li gorî daxuyaniyê, Sûdanî û Michael Waltz behsa çareseriya pirsgirêkan û rola şirketên Amerîkayî kiriye ku di warê petrolê de dixebitin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Amerîkayê pêbendiya xwe ji bo piştgirîkirina serxwebûna Îraqê di warê enerjiya nû de ducare kiriye û amadehiya xwe ya ji bo hevkariya di lezkirina pêkanîna vê armancê de nîşan daye."
Dadgeha Bazirganiyê ya Navneteweyî (ICC) ya Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.
ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.
Herêma Kurdistanê beriya wê biryarê, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl petrol bi rêya wê xetê difirot.
Nêzîkî 75 hezar bermîl petrol ji Kerkûkê dihat hinartin.
Rudaw