• Wednesday, 01 May 2024
logo

4 leşkerên Tirkiyeyê li Îdlibê hatin kuştin

4 leşkerên Tirkiyeyê li Îdlibê hatin kuştin
9 leşkerên din jî hatine kuştin
Di çarçoveya şer û pevçûnên heyî yên li Îdlibê de, artêşa Sûriyeyê di operasiyonên xwe yên bo ser cîhadiyên Tirkiyeyê de berdewame û niha artêşa rejîma Sûriyeyê nêzî Îdlibê bûye.

Herwiha hate zanîn ku duhê piştî du salan bo cara yekem balefirên Rûsî jî li bajarê Babê yaku ji aliyê Tirkiye û cîhadiyan ve hatibû dagîrkirin li cîhadiyên Tirkiyeyê dabû û hijmareke cîhadî hatibûn kuştin.

Îro duşem wezareta berevanî ya Tirkiyeyê jî belav kir ku di encama bordimana balefirên rejîma Esed de li Îdlibê 4 leşkerên Tirk hatine kuştin û 9 leşkerên din jî birîndar bûne.

Wezareta berevaniya Tirkiyeyê herwiha eşkere kir ku ev jî bersifa êrîşên rejîma Esed dane.
Top