• Wednesday, 01 May 2024
logo

Amerîkayê Saziya Enerjiya Etomî ya Îranê ceza kir

Amerîkayê Saziya Enerjiya Etomî ya Îranê ceza kir
Amerîkayê cezayên nû bi ser Saziya Enerjiya Etomî ya Îranê û serokê wê Elî Ekber Salihî de sepand. Îranê jî di bertekekê de nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand, ew biryara Amerîkayê “lîstkek siyasî” ye û ti qîmeta wê nîne.

Berpirsê Karûbarên ‎Îranê li Wezareta Derve ya Amerîkayê Brian Hook di civîneke çapemeniyê de ragihand ku di çarçoveya ‎biryara 13382 a Serokatiya Amerîkayê de, cezayên nû li ser Îranê ferz dikin.‎

Brian Hook da xuyakirin, ku ceza bû Saziya Enerjiya Etomî ya ‎Îranê û herwiha berpirsê wê saziyê jî li xwe digire. Hook amaje bi wê yekê jî da, ku Donald Trump ‎pêdagir e li ser wê yekê ku rê neyê dan Îran çekên etomî bidest bixe.

Li gel wan cezayên nû, hevdem Amerîkayê lêxweşbûna (efûkirina) hin welatan di bernameya etomî ya Îranê de dirêj kir. Derbarê vê yekê de, Biran Hook got, efûkirina Amerîkayê bo danûstandina çend welatan ‎ligel Îranê heta 60 rojên din hatiye dirêjkirin ku Rûsya, welatên Ewropayê û Çînê li xwe digirin.‎

Tevî vê yekê, Hook ew yek jî diyar kir, ku mijara lêxweşbûna alîkariyên bo çalakiya etomî ya Îranê di desthilata Wezîrê Derve yê Amerîakyê Mike Pompeo de ye û ew dikare hemû lêxweşbûnan bo programa etomî ya Îranê bidawî bîne.

Hook got: ‎“Em îro Saziya Enerjiya Etomî ya Îranê ceza dikin. Ev ceza serokê saziyê Elî Ekber Salihî li xwe digire, ev ‎ceza beşek in ji biryara 13382 ya serokatiyê ku taybet e bi nehiştina çekên komkuj û piştîvanên wan. ‎Serok Trump berdewam li ser wêya ku rê nede Îran qet çekên etomî bidest bixe.”‎

Berpirsê Karûbarên ‎Îranê li Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar jî kir, ku wan hemû çalakî û guhertinên programa etomî ya Îranê xistine di bin çavdêriyê de.

Wî berpirsê Amerîkatê destnîşan kir, “Saziya Enerjiya Etomî ya Îranê, roleke girêng hebûye di binpêkirina sozên Îranê yên têkildarî çalakiyên etomî de. Wê rêxistinê, sînordarkirina ast û rêjeya uraniyoma meyandî li ber çav negirtiye.”

Îranê bertek nîşan da

Li hember biryara nû ya Amerîkayê ya ji bo sepandina cezayên nû bi ser Saziya Enerjiya Etomî ya Îranê de, Berdevkê Rêxistina Enerjiya Etomî ya Îranê bertek nîşan da.

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Etomî ya Îranê, Bêhrûz Kemalwendî cezaykirina wê saziyê û serokê wê Elî Ekber Salihî bi “lîstkek siyasî” da zanîn û got, ew biryar ji “neçariya Amerîkayê” ye û ti qîmeta wê biryarê nîne.

Kemalwendî diyar kir, çalakiyên aştiyane yên bernameya etomî ya Îranê dê bi hêzeke mezintir berdewam bin

Rudaw
Top