• Saturday, 20 April 2024
logo

17 keçên li ser dergûşê mehrkirî tên berdan

17 keçên li ser dergûşê mehrkirî tên berdan
Di dirêjiya proseya telaqdana wan keçên ku bi biçûkî û li ser dergûşê hatine mehrkirin, duh li bajarokê Sengeser ê li ser qezaya Pişder 17 keçên din hatin azadkirin, ku dûr ji xwestina xwe di zarokatiyê de hatibûn mehrkirin.

Çalakvana mafên jinan Fewziye Mela Nebî ji Rûdawê re ragihand: “Di dirêjiya kampanyaya me de duh heta nîvro me karibû 17 keçan azad bikin ku li ser landikê hatibûn mehrkirin û li hember azadkirina her keçekê jî me 500 hezar dînar dan wan kurên ku keçik li wan hatibûn mehrkirin.”

Fewziye Mela Nebî wiha axivî: “Kampanyaya xwe berdewam dikin heta wê dema ku em tevahiya keçên li ser landikê mehrkirî azad bikin, di hundirê kêmî salekê de me karinû 175 keçan azad bikin.”

Navbirî kadroya komîteya rêxistina ya Sengeser a YNKê ye û pereyên azadkirina wan keçan jî ji aliyê Hêro Îbrahîm Ehmed hatine misogerkirin.

Rudaw
Top