Komeleya Veberhênerên Kurd-Amerîkî hate damezrandin
Komeleya Veberhênerên Kurd-Amerîk, ku xebateke aborî ya hevbeş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sermayedarên Amerîkî de ye, hate damezrandin.
Cemal Hemereşîd weke yekem endamê vê Komeleyê li Amerîkayê ragehandiye: “Bi hevbeşiya çend veberhênerekî ku li Herêma Kurdistanê û Amerîkayê Komeleya Veberhênerên Kurd û Amerîka (American and Kurdish Investor Association) hatiye damezrandin.
Herwaha ragehandiye: “Ev Komeleye taybete û ji bo berjewendiyê kar nake û li bajarê Illinois a Chicago hatiye tomar kirin û testûra wê ya fermî heye, hewil tê dayîn bibe pirekî pêywendiyên di navbera veberhênerên Herêma Kurdistan û veberhênerên Amerîkayê, ji bo nasandina hel û derfetên veberhênanê li Amerîka bi veberhêneriya kurd bi berovajî jî.”
Hêjayî gotinê ye ku pêywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Amerîka di asteke başde ye û çendîn warên siyasî aborî û çandî de hilgirtiye.
Basnews