• Monday, 27 January 2025
logo

Ano Cewher li Wezareta Derve ya Amerîkayê: Maf û azadiyên pêkhateyan li Kurdistanê parastî ne

Gulan Media January 25, 2025 Nûçe
Ano Cewher li Wezareta Derve ya Amerîkayê: Maf û azadiyên pêkhateyan li Kurdistanê parastî ne

Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Tirîfe Ezîz bi Cîgira Birêveberê Nivîsîngeha Olî ya Navneteweyî li Wezareta Derve ya Amerîkayê Maria Mercer re civiya.

Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher di postekî tora civakî ya Xê de amaje daye, “Me di wê civînê de danûstaneka berfireh li ser wan qebxwaziyan kir ên ku, rûbirûyî nifşên gelê me ji Kildan, Aşûrî, Siryanî-Aramî, Ermenî û endamên kêmaniyan li Îraqê û Rojhilata Navîn dibin, xasma di nîva rewşa niha ya Rojhilata Navîn de û xasma jî wan qanûnên ku bê liberçavwergirtina mafên welatiyên bi ser pêkhate û kêmaniyên olî û neteweyî ve derdikevin.”

Ano Cewher amaje jî da, “Me tekez li ser pabendbûn û siyaseta neguher a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berdewamiya bergiriyê ji azadiyên olî û neteweyî û çanda lêborînê û hevfêmkirinê li Herêma Kurdistanê û deverê kir.”

Li dawiya wê civînê, Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyariyek pêşkêşî wê berpirsa Wezareta Derve ya Amerîkayê kir, ku kûrahiya şaristaniya Kildanî û Aşûrî û Siryanî-Aramî li Kurdistan û Îraqê tê de reng vedide.

 

K24

Top