Hûrgiliyên hevditîna duyem a bi Abdullah Ocalan re hatin eşkerekirin
Li ser hevdîtina duyem a şandeya DEM Partiyê ya bi Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan re hinek hûrgilî hatin belavkirin.
Li gorî zanyariyan di hevdîtinê de çekdanîna PKKyê hatiye rojevê û Ocalan ji bo ku pirs ji zemînê tundûtûjî û rûbirûbûnan derkeve di nav hewildanan de ye.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku ji Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldanê pêk tê 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocala re hevdîtinek pêk anîbû.
Şande cara duyem 22yê Kanûna Paşîn a 2025an çû Girava Îmraliyê û li gel Ocalan hevdîtinek pêk anî.
Şandeya DEM Partiyê roja pêncşemê daxuyaniyeke nivîskî li ser serdanê belav kir û got:
“Xebatên birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê didomin.”
Li gorî zanyariyan şandeya Îmraliyê derbarê hevdîtina bi Ocalan re civînek saz kiriye û zanyarî dane berpirsên DEM Partiyê.
Rayedarekî DEM Partiyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re derbarê hûrgiliyên hevdîtina duyem a şandeya DEM Partiyê û Ocalan axivî.
Li gorî nûçeyê, di hevdîtina duyemîn a Îmraliyê de rayedarekî dewletê jî amade bûye û hat diyarkirin ku girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş tevlî hevdîtinê nebûne lê ew bi li gel Abdullah Ocalan dicivin û bi hev re dixebitin.
“Dewlet mîsyoneke dîrokî dide birêz Ocalan”
Rayedarê DEM Partiyê derbarê “tecrîda li Îmraliyê” got:
“Dewlet mîsyoneke dîrokî dide birêz Ocalan lê ti kar derbarê başkirina şert û mercan de nînin.
Her wiha Ocalan şert û mercan wekî meseleyeke şexsî nabîne.
Li cihê ku lê ye zêdetir li wê yekê dinêre ku pêvajo bi awayekî aştiyane bi dawî bibe.
Em jî tekeziyê li vê yekê dikin.”
Bi gotina rayedarê DEM Partiyê di hevdîtina duyem de Ocalan diyar kiriye ku divê zemînê nîqaşê yê li gel desthiatê were bi pêş ve birin.
Rayedarê DEM Partiyê li ser wê yekê da zanîn:
“Ocalan birêveçûna vê pêvajoyê li zemînê Parlamentoyê gelekî girîng dibîne.
Wekî pêvajoyeke Tirkiyeya demokratîk û hiqûqî dibîne.
Her wiha ji bo ku bigihêje encameke erênî gelekî hewl dide û vê hişyariyê dide; encama erênî an neyînî ya pêvajoyê dê bandorê li her kesî bike.
Her wiha Ocalan spasiya her kesê ku sûdeke erênî digihîne pêvajoyê dike û silavên xwe ji wan re dişîne.”
Li gorî zanyariyan di hevdîtinê de çekdanîna PKKyê jî hatiye rojevê û Abdullah Ocalan ji bo ku pirs ji zemînê tundûtûjî û rûbirûbûnan derkeve di nava hewildanan de ye.
“Desthilat dixwaze bi vê rewşê pozîsyona xwe derxe pêş”
Rayedarê DEM Partiyê derbarê naveroka hevdîtinê de anî ziman:
“Nehiştina sedemên pirsgirêkê gelekî girîng e.
Eger wiha nebe dê pirsgirêkek temam bibe û yeke din dest pê bike.
Nîqaşa ku niha li Îmraliyê heye ne tenê derbarê vê yekê (çekdanîna PKKyê) ye.
Belê ev nîqaş heye lê bal tenê ne li ser vê yekê ye.
Desthilat dixwaze bi vê rewşê pozîsyona xwe derxe pêş.”
Rayedarê DEM Partiyê diyar kir ku hem Ocalan hem jî şandeya Îmraliyê ji hevdîtina duyem zêdetir bi hêvî ne û dibêje:
“Ev hevdîtin dikare wekî hevdîtineke amadekariyê were pênasekirin.
Birêz Ocalan nirxandina xwe ya li ser van temasan a ji bo aliyên girêdayî xwe û peyama xwe ya ji bo Tevgera Kurdî jî dê piştre bibêje.”
Rayedarê DEM Partiyê her wiha anî ziman:
“Li gorî encamên ji hevditînê derketine birêz Ocalan gelekî dixebite, modelekî wiha ava bike ku derî li ber emelên (kar) emperyalîst ên li Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiyeyê bigire.
Birêz Ocalan ji bo ku gel Xeze û Bexdayên nû nejîn dixebite.
Hewl dide gelan bi hev re biparêze. Ji bo ku Tirkiye ji mekanîzmaya nedemokratîk a darbeyê derkeve dixebite.”
“Yan çareseriya min an jî çareseriya Amerîkayê”
Rayedarê DEM Partiyê ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de derbarê pirsgirêka Kurdan nirxandinên gelekî berfireh kirine û got:
“Êdî Amerîka û Îsraîl cîranên Tirkiyeyê ne. Amerîka derbarê pirsgirêka Kurdan xwedî çareseriyekê ye.
Birêz Ocalan hewl dide li dijî destwerdanên hêzên hegemon li ser modelekê bixebite.
Ev model çi ye? Bihevrejiyan e.
Li ser vê xalê pêdagir e. Pêdagiriya xwe di vê hevdîtinê de jî aniye ziman.
Bi awayekî giştî li ser vê xalê ye; yan çareseriya min an jî çareseriya Amerîkayê.
Birêz Ocalan sala 93yan li kîjan qonaxê be niha jî li heman cihî ye.
Rexnedayîna doh dike û li ser vê yekê sûdê digihîne pêvajoyê.”
Rayedarê DEM Partiyê negot ka dê şandeya DEM Partiyê kengî derbarê hevdîtina duyem daxuyaniyê bide lê ragihand ku dê şande û hevserokên DEM Partiyê di rojên pêş de li ser pêvajoyê zanyariyan bi raya giştî re parve bikin.
Rayedarê DEM Partiyê ragihand ku ew li bendê ne hevdîtina sêyem jî li gel Îmraliyê were kirin û got:
“Desthilat dibêje ew dê ji bo ku pirs ji zemînê tundûtûjî û rûbirûbûnan derkeve hinek gavan biavêjin lê gaveke berçav nîne.
Divê em vê carê derfeta çareseriyê ya bi rêbazên demokratîk ji dest nedin.”
Rudaw