Li Sêwazê erdhej çêbû
Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,4 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Tecerê ya Sêwazê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 23:30î çêbûye û hêza wê 4,4 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 8,41 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.
Rudaw