Kongrêsa Amerîkayê proje qanûneke girîng dipejrîne
Ev proje bo parastina asmanî û bejayî ya Kurde.
Nunera hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîkayê Tirîfe Ezîz ragihand ku, di destpêka sala nû de kongrêsa Amerîkayê proje qanûneke nû dipejrîne ku, taybete bi gelê Kurd.
Tirîfe Ezîz herwiha eşkere kiriye ku, li gor proje qanûna han vê Amerîka berdewam be li ser piştîvanî kirina gelê Kurd û hêzên pêşmerge.
Di proje qanûna han de vê di şerê dijî terorê de Amerîka berdewam be li ser berevanî kirin ji Kurd di warê asmanî û bejayî de.
Nav hatî diyar kiriye ku, şeva 24ê meha berçile Serokê Amerîkayê Jeo Bîden îmze li ser vê proje qanûnê kiriye û di destpêka sala nû de ev proje qanûn tê pejrandin û dikeve meriyetê.