• Wednesday, 01 May 2024
logo

Serokê herêmê li gel nunerê wezîrê derve yê Almanyayê civiya

Serokê herêmê li gel nunerê wezîrê derve yê Almanyayê civiya
behsa gef û metirsiyên terorê kirin
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêwşaziya nunerê taybetî yê wezîrê derve yê Almanyayê yê Phillip Ackerman şandeke pê re kir.

Di civînê de behsa pêşhat û rewşa dawî ya Îraqê û bandora wan li ser rewşa giştî, gef û metirsiyên dubare serî hildana terorê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexda, hewldan û diyaloga heyî ya bo çareser kirina kêşeyan û têkiliyên navbera Almanya û herêma Kurdistanê û Îraqê hate kirin.

Giftûgo kirin li ser rola Almanyayê di hevpeymaniya cîhanî ya dijî terorê û çend pirsên din mijarên din yên vê civînê bûn.
Top