• Sunday, 05 January 2025
logo

Şêwirmendê Erdogan: Ev sedsal, sedsala Tirk û Kurdan e

Gulan Media December 30, 2024 Nûçe
Şêwirmendê Erdogan: Ev sedsal, sedsala Tirk û Kurdan e

Şêwirmendê pilebilind ê Serokomarê Tirkiyeyê got: “Tirkiye welatê kurdan e û ev sedsal, sedsala Tirk û Kurdan e."

Şêwirmendê pilebilind ê Serokomarê Tirkiyeyê, Mehmet Uçum peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de got: “Hemû pêkhateyên welatê me, Tirk, Kurd û yên din jî di nav de, pêkhateyên resen ên Tirkiyeyê ne.”

Mehmet Uçum dibêje: “Kurd beşeke bingehîn a Tirkiyeyê û damezrînerê gelê Tirkiyeyê ye. Ev sedsal, sedsala Tirk û Kurdan e.”

Şêwirmendê Erdogan got jî: “Bîrokeya du neteweyan, xizmeta stratejiya emperyalîstan dike û hewldana parçekirina Tirkiyeyê ye.”

Ev gotinên Uçum piştî wê yekê tên, pêr şandeke DEM Partiyê li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re kiribû û di dawiyê de Ocalan amadebûna xwe ji bo qonaxeke nû ragihandibû û gotibû: “Ez xwedî wê ezmûn û biryarê me ku piştevanî bidim paradîgmaya nû ya birêz Bahçelî û birêz Erdogan.”

 

K24

Top