• Saturday, 04 January 2025
logo

RAPIRSÎ - Kurd divê beşdarî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bibin?

Gulan Media December 29, 2024 Nûçe
RAPIRSÎ - Kurd divê beşdarî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bibin?

 Navenda SAMERê diyar kir ku ji sedî 92yê xelkê dixwaze Kurd beşdarî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bibin.

Navenda Lêkolînên Qada Civakî û Polîtîk SAMERê di navbera 21 û 25ê mehê de li ser rojeva Sûriyeyê li gel 761 kesî bi rêya telefonê û online rapirsiyek kir.

Rapirsî li gel kurdên ku li parêzgehên Enqere, Stenbol, Mêrsîn, Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Êlih û Dêrsimê dijîn hatiye kirin.

Li gorî rapirsiya Navenda Lêkolînên Qada Civakî û Polîtîk SAMERê ji sedî 92yê beşdaran gotiye “em dixwazin Kurd beşdarî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bibin”.

Her wiha ji sedî 42yê beşdaran jî gotiye bi vî awayî PYD dikare destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê biparêze.

Rapirsiya Navenda Lêkolînên Qada Civakî û Polîtîk SAMERê:

1 - Li gorî we divê Kurdên li Sûriyeyê beşdarî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bibin?

Belê: Ji sedî 92,4

Na: Ji sedî 6,6

Nizanim: Ji sedî 1,1

2 - Eger PYD bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê re li hev bike gelo dikare destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê biparêze?

Belê: Ji sedî 42

Na: Ji sedî 14,8

Qismî  ji sedî 33

Bê biryar: Ji sedî 8,3

Nizanim: Ji sedî 1,8

3 - Li gorî we Kurd di sîstema nû ya Sûriyeyê de divê çawa cih bigirin?

Rêveberiya Xweser û Demokratîk: Ji sedî 23,6

Federal: Ji sedî 11,6

Parastina Deskeftiyên Nasnameya Kurdî: Ji sedî 7,9

Li gel Hikûmetê: Ji sedî 6,7

Pêşengiya Avakirina Sûriyeya Demokratîk: Ji sedî 6,5

Bihêzkirina Leşkerî: Ji sedî 5,8

Serbixwe: Ji sedî 5,8

Welatiya Wekhev: Ji sedî 5

 

Rudaw

Top