Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 5 kes mirin
Li dibistaneke binavê Abundant Life Christian a li bajarê Madison ku dikeve eyaleta Wisconsin a Amerîkayê, êrîşeke çakdarî pêk hat.
Di daxuyaniya polîsê Madison de hat ragehandin, li gor agahiyên destpêkê, 5 kesan di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest da ne, 5 kesên din jî birîndar bûne û diyar kir ku dibe êrîşkar bi xwe jî hatibe bêbandor kirin. Wî polîsî herwaha got, “Îro rojeke pir pir bi êş bû. Tenê ji bo Madison’ê ne, ji bo tevahiya welatê me.”
Herwaha heta niha jî nehatiye zanîn ku ew êrîş ji aliyê kêve hatiye pêk anîn.
Ew dibistan ku rastî êrîşê hatiye, dibistaneke taybete, ji pêşdibistanê dest pê dike hata pol-sinifa 12emîn perwerdê dide û nêzîkî 400 xwandekar tê de hene.
Li Amerîkayê sala borî 349, îsal jî 322 dibistan rastî êrîşên çekdarî hatine.
Basnews