Konsulê Qeterê: Em giringiyê didin serdanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Qeterê
Konsulê Qeterê li Herêma Kurdistanê Roja Niştimanî ya Qeterê wek derfetekê ji bo ronîkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Qeterê nirxand û got: “Ev pêwendî dîrokî ne.”
Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga Roja Neteweyî ya Qeterê îro 16ê li Hewlêrê birêve çû û Konsulê Qeterê li Herêma Kurdistanê Husên bîn Elî El-Fedalah got: “Pêwendiyên Qeter û Herêma Kurdistanê dîrokî ne. Em spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dikin ku di vekirina konsulxaneya xwe de amade bûye. Em giringiyê didin serdanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Qeterê de.”
Roja 24-05-2024an, şandeke pilebilind a Wezareta Derve ya Qeterê bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Wezaretê Ehmed Hesen ji bo vekirina konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê, gihîşt Herêma Kurdistana Iraqê.
Roja 26.05.2024 bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên hikûmetê, Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê hat vekirin.
Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina konsulxaneyê de got: “Vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê dê bibe alîkar ku pêwendiyên me di warên curbicur de bi taybetî di warê bazirganî, çandinî, çandî û xwendina bilind de pêşve bibin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, Qeter di warê veberhênan, avedanî, enerjî, liv û tevgera aborî de, welatekî dewlemend e, lewma Herêma Kurdistanê dikare ji ezmûna dewlemend a Qeterê di van waran de sûdê werbigire.
Basnews