Beşar Esad dibe penaberê herî dewlemend ê cîhanê
Medyayên rojava û di nav wan de çapemeniyên Tirkiyê jî, belav kirine ku dîktator û Serokê revyayî yê Sûriyê Beşar Esed, 135 mîlyar dolar li gel xwe biriye Rûsiya yê.
Efserê îstîxbarata rêjîma berê ya Sûriyê Xalîd Beyye, bi balkişandina ser wê got, di wê roja ku Heleb hat girtin, dema ku Esed revî, bi qasî 135 mîlyar dolar pere li gel xwe biriye.
Hêjayî gotinê ye, ku Beşar Esed yekemîn penabere li cîhanê ku ew qas pere li gel xwe biriye wî welatê ku lê penabere.
Di vê derbarê de hejmarek ji çapemeniyên Tirkiyê belav kirine, Beşar Esed bûye penaberê herî dewlemend ê cîhanê.
Basnews