• Thursday, 28 November 2024
logo

Li Izmîrê zêdetir ji 200 koçberên neqanûnî ji xeniqînê hatin rizgarkirin

Gulan Media November 28, 2024 Nûçe
Li Izmîrê zêdetir ji 200 koçberên neqanûnî ji xeniqînê hatin rizgarkirin

Hêzên Berevaniya beravên Tirkiyeyê zêdetir ji 200 koçberên neqanûnî ku di nav wan de zêdetirî 70 zarok hebûn, li beravên Îzmîrê ji xeniqînê rizgar kirin.

Medyaya Tirkiyeyê belav kir, tîmên Fermandariya Pasewanên Beravê ya Tirkiyeyê operasiyoneke rizgarkirinê li nêzîkî beravên Îzmîrê pêk anîn û zêdetir ji 200 koçberên neqanûnî yên di du belemeyan de di nîvê deryayê de asê mabûn rizgar kirin. 

Li gor daxuyaniya Pasewanên Beravê yên Tirkiyeyê di operasyonekê de, 110 koçberên neqanûnî ku 47 jê zarok bûn, ji belemeke plastîk hatin xilaskirin.

Di operasyona duyemîn de jî li beravên Îzmîrê 99 koçberên qaçax ku 26 jê zarok bûn, di keştiyeke din de ji xeniqînê hatin rizgarkirin.

Her çendî nasnameya koçberên rizgarkirî nehatin eşkerekirin jî, Hêzên Pasewanên Beravê yên Tirkiyeyê got: “Piştî ku ew koçber hatin rizgarkirin, radestî Rêveberiya Koçê ya Îzmîrê hatin kirin, li dijî wan tedbîrên qanûnî bên girtin, ku bi niyaz bûn bi qaçaxî xwe bigihînin Ewropayê.”

 

K24

Top