• Thursday, 28 November 2024
logo

Şeşemîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî li Silêmaniyê hat vekirin

Gulan Media November 28, 2024 Hunerî
Şeşemîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî li Silêmaniyê hat vekirin

 Şeşemîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî li Silêmaniyê îro 28ê Mijdarê hat vekirin û heta hefteya yekem a meha bê berdewam dike.

Rêvebera Bazirsazî ya Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Silêmaniyê Gulan Mîrwan ji K24ê re ragihand: “Pêşangeh bi çavdêriya Serokomarê Iraqê û Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.”

Gulan Mîrwan diyar kir, zêdetir ji 200 weşanxane beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya îsal dibin. Herwiha îsal 40 hezar sernavên pirtûkên cuda hatine pêşkêşkirin.

Herwiha da zanîn, ji Tirkiye, Îran, Sûriye, Libnan, Urdin, Misir, Kuweyt, Erebistana Siûdî, Danîmarka û çend welatên din jî, weşanxane beşdarî PPêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Silêmaniyê bûne.

Pêşangeh heta roja 8ê Berçileya bê berdewam dike û her roj ji demjimêr 10:00 heta 18:00 vekirî dimîne û pêşwazî li xwendevan û mêvanan dike.

 

K24

Top