Îsraîl û hizbulah rêkeftineke du mehî îmze kirin
Piştî bi dawî hatina dema diyarkirî nirxandin bo rewşê tê kirin.
Li gor çapemeniya Îsraîlî, di navbera hikûmeta Îsraîlê û hizbulaha Libnanê de bi miyancîgeriya Amerîka û çend welatên din rêkeftina agirbestê hatiye îmzekirin.
Çapemeniya Îsraîlê diyar kiriye ku, ev rêkeftina han bo du mehane û piştî wan du mehan nirxandin bo cîhbicîh kirina xalên nava rêkeftinê tê kirin.
Li gor rêkeftina han lazime artêşa Îsraîlê ji Başûrê Libnanê vekêşe û herwiha lazime çekdarên hizbulahê jî ji başûrê Libnanê derkevin.
Herwiha lazime artêşa Libnanê li başûrê vê welatî were bicîhkirin û nabe ti komeke din ji derveya artêşê li vê deverê hebe.
li gor jêderên hayedar ev rêkeftina han bi dilê Îsraîlê ye lewre Îsraîl ev rêkeftina han qebûl kiriye.