• Thursday, 28 November 2024
logo

Li Endonezyayê ji ber pêkhatina lehî û hezazê 27 kes mirin

Gulan Media November 28, 2024 Nûçe
Li Endonezyayê ji ber pêkhatina lehî û hezazê 27 kes mirin

Li girawa Sumatra ya Endonezyayê barîna baranên tund bandorekî neyênî avakir û bû sedemê pêkhatina lehî û hezazan. Hat ragehandin di encama pêkhatina lehî û hezazan de 27 kesan jiyana xwe ji dest dane û li herêmê gelek ziyanên çêbûne û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî berdewam dikin.

Ji ber lehî û hezazên li girawa Sumatra ya Endonezyayê, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane geheşt 27 kesan.

Hat ragehandin ji roja şemiya borî heta naha li girawa Sumatra ya Endonezyayê baranên tund dibarin û ji ber wê lehî û hezaz pêkhatin. Ji ber şimitîna erd û hezazê li herêma Deli Serdang li bakurê eyaleta Sumatrayê heta naha 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, 20 kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyê polîs ve jî hat ragehandin, gelek wesayît li ser rêyan di bin heriyê de mane û di wan wesayîtan de kesên ku hebûne ji bo rizgarkirina wan, ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve lêgerîna wan berdewam dike.

Herwaha hat ragehandin, li herêmên Karo, Tapanuli ya başûr û Padang Lawasê jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane geheştiye 20 kesan.

Bi giştî heta naha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane geheştiye 27 kesan.8+9-

 

Basnews

Top