• Sunday, 05 January 2025
logo

Wezîrê Perwerdeyê: Me piştevaniya serokwezîr bo perwerdeyên Şêxan û Şingalê tekez kir

Gulan Media November 11, 2024 Nûçe
Wezîrê Perwerdeyê: Me piştevaniya serokwezîr bo perwerdeyên Şêxan û Şingalê tekez kir

 Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civîna xwe ya bi Birêveberê Giştî yê Perwerdeya Dihokê û birêveberên perwerdeyên Şêxan û Şingalê û mamosta û serperişt û birêveberên dibistanên deverên Êzidiyan re ragehand, “Me piştevaniya serokwezîr Mesrûr Barzanî ji wan re tekez kir.”

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro (Yekşem, 10.11.2024) di konferanseke rojnamevanî de, piştî civîna xwe ya bi Birêveberê Giştî yê Perwerdeya Dihokê û birêveberên perwerdeyên Şêxan û Şingalê û mamosta û serperişt û birêveberên dibistanên deverên Êzidiyan re, ragehand, “Li ser pêşniyara Bingeha Lalişê, em bi Birêveberê Giştî yê Perwerdeya Dihokê û birêveberên perwerdeyên Şêxan û Şingalê û mamosta û serperişt û birêveberên dibistanên deverên Êzidiyan re civiyan û me bersiva pêşniyar û têbînî û daxwaziyên wan da.”

Alan Heme Seîd herwesa got, “Ya ku pêdivîtî bi biryarê heye, me yekser biryar li ser da. Ya ku pêdivîtî bi piştevaniya Civata Wezîran hebe, me pê re behs kir.” Herwesa got, “Ev mamostayên dilsoz ên vî welatî ne, xizmeta piroseya perwerde û fêrkirinê dikin.”

Navbirî amaje jî da, “Em li benda raporta Bingeha Lalişê ne, bi rêya Birêveberiya Giştî ya Perwerdeya Dihokê ku hevahengiyê dikin, raportekê ji me re dişînin.”

Wezîrê Perwerdeyê ron jî kir, “Di dema 5 salên borî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya xwendekarên Şingalê kiriye, ku li pola 12ê hatine li parêzgeha Dihokê ezmûn kirine. Di vî warî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî em raspartin ku pêdivî ye me ji xwendekarên rizgarbûyîyên destê DAIŞê re bernameyeke baş û guncayî hebe, lewma me xwendekar ji şertan û peymangehên hikûmî cuda kirin, herwesa me kursî ji wan re li peymangehên nehikûmî jê re terxan kirin.”

Alan Heme Seîd tekez jî kir ku, di pareke din a xwandin û perwerdeya Êzidiyatiyê de li pola yekê heta pola 12ê guhertin di naverok û dîzaynên kitêban de hatine kirin, bi çapeke nû ji bo sala xwandinê ya 2024-2025ê.

Navbirî eşkere jî kir, “Di çarçoveya wan 37 hezar û 933 wanebêjan de yên ku bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî bûn girêbest, 970 mamosta ji wan Êzidî ne û li wan perwerdeyan xizmetê dikin.”

Wezîrê Perwerdeyê tekez jî kir, “Me piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo xwendekar û mamostayên deverên Êzidiyan tekez kir, tevî pêşniyar û daxwaziyên wan ku em li paşerojê li ser kar bikin.”

 

K24

Top