• Wednesday, 01 May 2024
logo

Parlamentoya Kurdistanê nexşeya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê diyar dike

Parlamentoya Kurdistanê nexşeya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê diyar dike
Lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê û pisporê warê erdnîgariyê mijûlê amadekariya nexşeya navçeyên Kurdistanî û dîroka wan navçeyan in û biryare li du pirtûkan de bê çap kirin û belav kirin.

Ew nexşe û dîroka navçeyên Kurdistanî ji aliyê profesorê erdnîgariyê (cografya) Dr. Xelîl Îsmaîl ve bê amade kirin.

Ew nexşe dê hûrgiliyên navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, ji aliyê erdnîgarî, nexşe û dîrokê de nav pirtûkê de li xwe bigre.

Pirtûk bi alîkariya lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê û navenda lêkolînên parlamentoyê ve dê bê amade kirin.

Karên pirtûkê û nexşe û aliyên erdnîgariyê destpê kiriye û demekî nêzîk de dê bê belav kirin.

Basnews
Top