• Wednesday, 01 May 2024
logo

Beşar Caferî: Li bakurê Sûriyê proseyeke Tirkkirinê birêve diçe

Beşar Caferî: Li bakurê Sûriyê proseyeke Tirkkirinê birêve diçe
Nûnerê Sûriyê li NYê, Beşar Caferî got ku Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê proseya Tirkkirina navçeyê birêve dibe û ev yek gef û metirsî ye.

Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekgirtî (NY) Beşar Caferî ku di hamn demê de serokê şanda hikûmeta Sûriyê ye li civînên li Nur Sultana paytexta Kazaxistanê derbarê êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha helwest û polîtîkayên wî welatî got ku Tirkiye ew êrişa Tirkiyê rê li ber Tirkkirina herêmê vekiriye.

Beşar Caferî amaje bi hebûna alên Tirkiyê, vekirina dibistanan, danîna qeymeqaman ji aliyê Tirkiyê ve kir û got ku Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê proseyeke Tirkkirinê birêve dibe. Caferî diyar kir, “Li Sûriyê, li bakurê welat proseyeke Tirkkirinê heye. Me ev di civînên li Astanayê jî anî rojevê. Ji ber ku alên Tirkî tên bilindkirin, navên xwe li dibistanan dikin, Tirk tên danîn li ser postên pilebilind û proseyê bi binpêkirina hiqûqa navdewletî diguherin.”

Serokê şanda hikûmeta Sûriyê li Nur Sultanê, got, “Hemû kiryarên din ên Tirkiyê li bakurê Sûriyê ku niyeta wê ya xerab nîşan didin, bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Me gef û metirsiyên ji ber çalakî û kiryarên Tirkiyê, dizîna berhemên dîrokî, vegot. Me ev tişt li New Yorkê jî û li UNESCOyê anîn ziman.”

Gera 14an a civînên li Nur Sultanê ku Rûsya, Îran û Tirkiye weke garantorên Sûriyê cih tê de digirin, rojên 10-11ê vê mehê birêve çûbû.

Rudaw
Top