• Friday, 27 September 2024
logo

Tirkiye: Me Çiyayê Gare, Xewkurk, Qendîl û Asosê bombebaran kirin

Gulan Media September 19, 2024 Nûçe
Tirkiye: Me Çiyayê Gare, Xewkurk, Qendîl û Asosê bombebaran kirin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, wan operasyoneke asmanî li ser çiyayên Gare, Xwakurk, Asos û Qendîlê kirine.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, wan çiyayên Gare, Xwakurk, Asos û Qendîlê kirine û 24 embar, sitargeh û şikeft armanc kirine.

Peyamnêrê K24ê got: Çiyayê Asosê yê li parêzgeha Silêmaniyê du caran hat bombebarankirin. Bombebaran jî li nêzîkî gundê Gelala bû.

Di vê derbarê de, Qaymeqamê Navçeya Mawat Kamîran Hesen ji K24ê re ragihand, ti ziyanên canî çênebûne.

Ji ber şerê di navbera Tirkiye û PKKê de li Herêma Kurdistanê, nêzîkî 800 gundan û çend deverên geştyarî wêran bûne û ziyaneke mezin gihandiye sektorên geştyarî û çandiniyê.

 

K24

Top