• Friday, 16 August 2024
logo

Tirkiye: Ji her 5 kesan 4 kes deyndar in

Gulan Media August 10, 2024 Civakî
Tirkiye: Ji her 5 kesan 4 kes deyndar in

Li gorî amarên Navenda Rîskê ser bi Yekîtiya Bankan a Tirkiyeyê, heta Hezîrana îsal hejmara kesên krediya şexsî wergirtine gehiştiye 40 milyon û 732 hezar kesan.

Herwiha deynê kartên krediyê jî bûye 1 trilyon û 520 milyar lîreyên Tirkî (nêzikî 45 milyar dolaran).

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber rewşa aborî welatî rûbirûyî zehmetiyên debara jiyanê bûne û hejmara kesên ku krediya şexsî werdigirin jî li gorî sala borî zêdetir bûye.

Navenda Rîskê ya Yekîtiya Bankan a Tirkiyeyê ragihand ku di Hezîrana 2024an de hejmara kesên krediya şexsî bi kar anîne gehiştiye 40 milyon û 732 kesan.

Wate li gorî sala borî 2 milyon û 97 hezar kes zêde bûne. Nîvekî serê her kesekî deynê krediyê nêzîkî 80 hezar û 842 lîreyên Tirkî ye.

Herwiha li gorî amaran, di nav 12 mehên dawî de herî zêde li parêzgehên Şirnex û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê hejmara kesên krediya şexsî wergirtine zêde bûye.

Piştî wan, bajarên Konya, Bayburt, Stenbol, Enqere û Îzmîr tên.

 

K24

Top