‘Li Herêma Kurdistan û navçeyên veqetiyayî 600 hezar jinebî hene’
Sala 2003’an dema destûra karkirina Rêxistina Sabat a bo Jinebiyan wergirt, Kerkûk kir meydana xebitîna xwe ya serekî; “Li wê derê 500 endamên me hene. Ji ber şer, bûyerên otomobîlan (qeza) û nexweşiyan bûne jinebî.” Jinebiyên Silêmanî gelek xwe nêzî karên Şadye nakin; “Bi hinek jinebiyan şerme bên nav rêxistina me de û mezinahiyek di nav wan de heye.”
Şadye Hesen pirsgirêkên jinebiyan di dû xalan de kurt kiriye; “Nebûna pere û evîndarî.” Berpirsa Rêxistina Sabat “Jinebiyan bi balindeyek çeng şikestî” bi nav dike ku nikarin bifirin; “Ne li jiyanê kesek heye ku gûh bide wan û ne jî dikarin jiyan bikin.”
Şadye Hesen (39) bi xwe ne jinebiye, lê bi awayek baş ji tabloya jiyana jinebiyan têdigihe; “Dema min hest bi wê yekê kir ku di nava civakê de pişta xwe dane wan û hatine paşgûh xistin, min biryar da xebatê ji bo rêxistinek taybet bi wan bikim.”
Ezmûna tal a çend salên jinebitiyê Meryem aniye ser wê baweriyê ku bêje: “Ji destdana mêr wekî hilweşîna stûna malê ye.” Ev 6 sale hevserê Meryem ji ber nexweşiyê miriye, li ber mezinkirina zarokên xwe dirêjiyê dide jiyana xwe ya bê hevserî û dibêje: “Jin heya hevserê xwe winda neke, nirxê mêr nizane.”
Ew jiyana giran û dijwar a ku Meryem behs dike, hinek endamên Rêxistina Sabatî neçar kiriye ku daxwazê ji berpirsa rêxistinê bikin, ji bo ji nû de jiyana jin û mêrîtiyê jêre girê bidin da ku arîkariyê bide wan. Şadye dibêje: “Me kariye jiyana hevsergeriyê ji bo 10 endamên xwe saz bikin.” Lê ne li gel wê yekê ye ku mêr dû jin hebe; “Eger jinebî bi wî awayî şû bikin, êşa jinebîtiyê ji çûna nav êşa dû jiniyê baştire.”
Mijûle ku rêjeya jinebiyên İraqê bikeve nav pirtûka ‘Gînes’ê, Rêvebera Rêxistina Sabat dibêje: “Heya 2004’an nêzî 2 milyon jinebî li İraqê hebûn, lê niha bûye 5 milyon. Li Herêma Kurdistan û navçeyên veqetayî nêzî milyonek jinebî kom bûne; “Nêzî ji sedî 70’ê jinên Germiyan jinebîne. Herwiha çi cara ez çûbim serdana Germiyan, bi girî ve vegeriyame.”
Berpirsa Peywendiyên Komeleya Kirêçiyên Kurdistanê Çoman Falih Kerîm bal kişand ser îstatîstîka Dadgeha Silêmanî ya ketî destê wan de; “Li gor îstatîstîka dadgehê, ji sedî 80’ê jinên ku tên telaq dan û dibin jinebî, çavkaniya pirsgirêka wan problema nîştecibûnê ye.” Çoman wiha pêdeçû: “Beşek zêde ji kesên dibin endamê komeleya me, jinebî ne.”
Liqa İraqê ya Heyva Sor a Navnetewî belav kiriye ku li İraqê navbera 1-2 milyon jin hene ku erkê xwedîkirina xêzanê li ser stûyê wan e. Lê bi baweriya Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Hikûmeta İraqê hêjmara wan nêzî 3 milyonane, ji bo dabînkirina jiyana xwe û zarokên xwe kar dikin.
Meleyek: Jinebiyekê got mêrekê ji min re bibîne, ez amademe di kepirekê de jî li gel jiyan bikim
Niha jinebiyên Kurdistanê mehane 30 hezar dînar ji çavdêriya xêzanê werdigirin, lê berpirsa Rêxistina Sabat dibêje: “Ev ne mûçeya jiyanê ye, hikûmet bi xwe jî dizane kes nikare bi wî pereyî jiyan bike.” Lewra Rêxistina Sabat çend caran bi arîkariya Rêxistina Heyva Sor, dewlimend û xêrxwazan pêdiviyên nav malê, cilûbergên cejnê û xwarinê ji bo wan xêzanan dabîn dikin ku rêveberina wan di destê jinebiyan de ye.
Şadye Hesen bi baweriyek temam wiha dibêje: “Bi rastî jinebî ji keç û jin an zêdetir xwediyê îradeyekêne.” Ew balê dikişîne ser erkê giran ê bavîtiyê û pêwîste piştî dayiktiyê jinebî bigrin stûyê xwe; “Ji ber pêwîste ew ji bo zarokan bibin bav jî, destekê wan di nava malê de û yek jî li derve be.”
Mele Ebdûlseîd Hesen rûniştvanê Silêmaniye û daxwaz ji dewlimend û xêrxazan dike ku dergehê başiyê li rûyê jinebî û êtîman bixin ser milê xwe û dibêje: “Pêximberê xûdê ji bilî Ayşe, hemû jin ên wî yên din jinebî bûn.”
Mele Ebdûlseîd eşkere kir ku heya niha gelek jinebî çûne gel û daxwaza arîkariyê jê kirine; “Jinebiyek hat gel min û 4 zarok hebûn. Ji min re got, mamosta ji min re mêrekê bibîne tenê van zarokane xwedî bike, ezê di kepirekê de jî li gel jiyan bikim.” Mele wiha dirêjî da axaftina xwe; “Jinebî heye nas dikim ne amadeye pirs bike, lê gewdeyê (laş) xwe difiroşe û da zarokên xwe xwedî bike.”
Bi berdewamî hêjmara rêxistinên taybet girêdayî jinan ber bi zêdebûnê ve diçin û pirsgirêkên jiyan wan jî ber bi kêmbûnê naçin. Şadye Hesen rexne li wan rêxistinan digire û dibêje: “Hemahengî û karê bi hev re nîne. Tenê ji bo komkirina îmzeyan û yadaştan digihin hev û bi hev re dirûnin.” Herwiha rexne li çapemeniyê jî digire ku çîrokên civakî bi awayek xirab belav dikin; “Divê em ji bo wê yekê kar bikin ku jin û keç xwe ne şewitênin, lê ew çîrok di rojnameyan de bi awayekê tên belavkirin ku jin an pal dide ku texlîdê ya ku xwe dişewitêne bike.”
Rûdaw