• Sunday, 05 May 2024
logo

Li Kelarê keçeka 18 salî hat kuştin

Li Kelarê keçeka 18 salî hat kuştin
Îro serê sibê li bajêrê Kelarê keçek temena wê 18 salî guleyek lêkevt û canê xwe ji dest da.

Di evê bareyê de jêderekî ji rêveberîya dûvçûna dijwarîyê li dijî jinan ya li Germîyan ragihand, ku ev keça han navê wê Naz Luqman Huseyîn e û ji gundê Gêjekan a ser bi bajêrê Kelar e, ku guleyek lêdikeve û paş berê wê ber bi naxweşxanê ve dibin, belê ew canê xwe ji dest dide.

Di bareya egera evê bûyerê jêderî weha got, li angora gotina bavê keçkê be, ew li mal mijûlî kar û îşê rojane bûne û bihêstine ku gelek dengê teqe dihê, dema ku çûn dîtin keça wan gule lêkevtîya û bi lez ber bi nexweşxanê ve birin, belê wê canê xwe ji dest da.

Ji alîyekî din ve bavê keçkê ragihand, ku bi keça xwe re ti arîşeyek nebû.

PNA
Top