Enfal di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e
Runak Mehmûd, da xwiyakirin ku dixwazin Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariyeke mezin bide kes û karên Enfalê û got: "Heta niha em wek komele bi Enfaliyan re pir êşiya ne. Heta niha dîsa gelek jinên me yên ciwan rastî neheqî û zulmê hatine. Ji ber ev agahî piştrast nebuye ji bo wê nediyar e, lê kêmasiya me ji heye ku heta niha me bi fermî serî li vê bûyerê nedaye."
Viyan Necim ku wek berpireyareke şaxa jinan e jî da zanîn ku heta niha wan tiştek ji bo kesûkarên Enfalkiriyan nekiriye û wiha axivî: "Heta niha tiştek berçav nehatiye kirin lê belê di destê me de hinek proje hene. Em li bendê ne ku hemû saziyên civakî û komele ji bo Enfalê dest bi kar bikin û kesûkarên wan bi taybet jinan nehêlin tenê".
Herwiha hevwelatiyên bi navê Pexşan Îbrahîm Reşîd, Beyan Îbrahim û Besya Îbrahim Mehmûd jî hestên xwe li ser Enfalê anîn ziman. Pexşan Îbrahim da zanîn ku dema dibêjin Enfal, hestên mirinê tên bira wan û wiha pêde çû: ‘’Ji ber ku me di wan rojan de gelek zordarî, îşkence û zilm ji destê rejimê dîtine lewra hê jî ew zordarî tê berçavê me. Heta niha hikûmetê nikariye ji birînên me re bibe derman. Divê di zûtirîn dem de gorên bikom bên lêkolinkirin û ew kesên Enfalkirî bên derxistin."
Hevwelatiya bi nave Beyan Îbrahim ji diryar kir ku heta niha birînên wan nehatine derman kirin û got tu xizmet ji bo Enfalkiriyan nehatiye kirin û wiha berdewam kir. "Heta niha gelek malbatên Enfalkiriyan di xaniyên kirê dene û bi feqîrî dijîn. Divê hikûmet ji bo gorên kesûkarên me bikeve tevgerê."
Besye Ebrahim Mehmûd jî da zanîn ku di encama demê şer yê Enfalê de du birayên wê hatine şehîd kirin û got: "Dema em girtin, em birin çoleke tarî û li wir em xistin zindaneke tarî. Pîr, ciwan, zarok nêzîka 250 kes bûn. Em xistin zindanekê û sê şev û sê roj hiç tiştek nedan me. Em nêzîka heşt mehan di zindanê de man û di wê derê de gelek xirabî çêbun. Destdirêjiya keçên ciwan dikirin û pişt re ew dikuştin. Mirina ku me bi çavê xwe dî a wan keçên ciwan û mirovên din qet ji bîra me naçe.’’
Rûdaw