• Friday, 26 July 2024
logo

Serokê herêmê pîrozbayî li tevgera Goranê dike

Serokê herêmê pîrozbayî li tevgera Goranê dike

15 sale ev tevgera han hatiye damezrandin.

Bi minasebeta 15 saliya damezrandina tevgera Goranê Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozayî li tevgera Goranê kiriye.

Serokê herêma Kurdistanê di peyame xwe de nivîsandiye; 15 saliyan damezrandina tevgera Goranê li Serkirdatî, her du civatên nîştimanî û giştî, endam û alîgirên Goranê dikim û hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî herwiha nivîsandiye: Rixmî tekez kirin li ser girîngiya hemahengî û hevbeşiya navbera tevahiya aliyên siyasî û pêkhateyên li Kurdistanê de bo niha û pêşeroja Kurdistanê, hevdem di vê bîranîna han de rêzdariya xwe ya li hember rola tevgera Goranê di nava siyaset û civaka Kurdistanê de diyar dikim û hevdem bi rêzdarê ve li rola tevgera Goranê bo bidest anîna mafên gelê Kurdistanê dinêrim.

 

 

Top