• Friday, 26 July 2024
logo

Serokerkanê Pêşmergeyan : Amerîkayê rêz ji bo rolê Pêşmergeyan heye

Serokerkanê Pêşmergeyan : Amerîkayê rêz ji bo rolê Pêşmergeyan heye

Li rojên 22 û 23ê yên vê mehê, civînên diyaloga hevahengiya ewlehiyê ya hevpar di navbera Îraq û Amerîkayê de bi tevlîbûna nûnerîtiya Wezareta Pêşmerge hatin kirin. Biryar hat dan ku, her du welat pabendî seqamgiriya Îraq û deverê bibin. Zêdebarî spasîkirina hêzên Pêşmergeyan di rûbirûbûna DAIŞê de, herwesa Pêşmergeyan dê rol di parastina seqamgiriya deverê de jî hebe.

Di wê civîna Pentagonê de ku Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê Sabit Ebasî, Fermandeyê Giştî yê Centcomê General Mark Eric Kurella, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr, Balyoza Amerîkayê li Îraqê û berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê û Îraqê jî tevlî wê bûbûn, di ragehandineke hevpar de amaje hat dan ku Amerîka û Îraq pabendî karkirina hevpar dibin, ji bo ku ji parastina seqamgiriya Îraqê û nehêlana bi yekcarî ya DAIŞê piştrast bibin, bi awayekî ku ew rêkxistin nekare li paşerojê li ser seqamgiriya deverê bibe gef.

Her di wê civînê de amaje hat dan ku Lijneya Bilind a Serbazî ya Hevpar tê pêkanîn û helsengandin ji bo gefên DAIŞê, pêdivîtiyên operasyonên hevpar û şiyanên hêzên ewlehiyê yên Îraqê tên kirin.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr di derheqa rolê Pêşmergeyan de ji K24ê re got, “Berpirsên Amerîkayê û di nav wan de jî Wezîrê Bergiriyê rêz ji bo rolê bibandor ê Pêşmergeyan di şerê rûbirûbûna DAIŞê û şkandina wê koma teroristî de hebû.”

Ferîq Rukin Îsa Uzêr amaje jî da, “Çaksaziyên nav Wezareta Pêşmerge mijareke din a danûstandinan bû, û berpirsên Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê bizavên hevgirtina hêzên Pêşmergeyan bilind nirxandin.”

Navbirî di derheqa dabînkirina çek û pêdivîtiyên serbazî ji bo hêzên Pêşmergeyan de jî got, “Berpirsên Amerîkayê li ser dabînkirina çek û pêdivîtiyên serbazî û ji wan jî sîstema bergiriyê rijd bûn, ji bo ku Pêşmerge bikarin rûbirûyî gefan bibin û seqamgiriya deverê bê parastin. Wesa jî karkirina bi Amerîkayî û aliyên Îraqî re ji bo dabînkirina wan pêdivîtiyan berdewam e.”

 

K24

Top