• Friday, 26 July 2024
logo

Binkeyê Eyn Esed careke din hat mûşekbaran kirin

Binkeyê Eyn Esed careke din hat mûşekbaran kirin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê eşkere kirin ku, careke din binkeya leşkerî ya Eyn Esedê li rojavayê Iraqê hat mûşekbarankirin.

Ajansa Reutersê duh 25.07.2024 ji çavkaniyên ewlehiyê parve kir ku, çar mûşek arasteyî binkeya leşkerî ya Eyn Esedê hatine kirin lê amaje neda zirarên wê êrîşê.

Li dû zanyarên destpêkê yên medyaya Iraqî, ew mûşek li nêzî wê binkeya leşkerî keftine xwarê û hêzên ewlehiyê jî dest bi vekolînan kiriye.

Pêştir jî li roja Sêşemê, 16.07.2024, bi rêya droneke bombekirî êrîşî ser binkeya leşkerî ya Eyn Esedê hatibû kirin.

Hatibû eşkerekirin ku, ew êrîş ji aliyê Miqawemeya Îslamî ya Iraqê ve hatibû kirin lê çi zirarên canî jê peyda nebûbûn.

Binkeya leşkerî ya Eyn Esedê dikeve parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê û hêzên Amerîkayê li nav wê binkeyê hatine binecihkirin. Pêştir jî komên girêdayî Miqawemeya Îslamî gelek caran êrîşî ser wê binkeyê kiribû.

 

Basnews

Top