• Friday, 26 July 2024
logo

Elî Husên: Ji bo diyarkirina parêzgarê Kerkûkê, em û YNK divê li gel ereb û tirkmen rêkbikevin

Elî Husên: Ji bo diyarkirina parêzgarê Kerkûkê, em û YNK divê li gel ereb û tirkmen rêkbikevin

Berpirsê mekteba rêxistina parêzgeha Silêmanî – Helebce û Raperînê Elî Husên ragehand, Kerkûk û Mûsil pêkve girêdayî ne û bê ereb û tirkmen, PDK û YNK nikare parêzgarê Kerkûkê dayne.

Bi armanca gehandina peyama pîrozbahiyê îro 24.07.2024ê berpirsê mekteba rêxistina Silêmanî – Helebce û Raperînê yê PDKê Elî Husên serdana ofîsa berjewendiyên bilind ên YNKê kir û armanca serdanê jî ji bo rojnamevanan aşkera kir, ku ji bo pîrozbahiya destbikarbûna Şêx Cehfer Mistefa wek berpirsê ofîsa berjewendiyên bilind ên YNKê bûye, herwaha di bersiva pirsen peywendiya xwe bi PDK û YNKê ve heyî de jî got: ‘’Em partiyên siyasî ne û nêrînên me yên cüda dibe hebin, lê bêguman xalên me yên hevbeş jî hene û berjewendiyên hevbeş ên xelkê Kurdistanê me komdike.’’

Derbarê danîna parêzgarê Kerkûkê de jî got: ‘’Navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil û Şingalê ve ew hemû pêkve girêdayî ne, ku beşek ji wan peywendiya wê bi navxweyî ya me ve heye, beşek jî peywendiya xwe bi partî û aliyên Iraqê re heye, bê guman ew jî bi yek alî tenê bi me çareser nabe.’’

Elî Husên got: ‘’Li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bê ereb û tirkmen, ne PDK, ne jî YNK em nikarin ti tiştekî bikin. Bi taybet em li gel YNKê jî rêkbikevin bi tenê bi me herdu aliyan em nikarin ti tiştekî bikin. Em li Kurdistanê jî civiyan bo ku parêzgarekî kurd ê niştimanperwer û serbixwe diyar bikin, ku nûnerê her kurdekî resen ê Kerkûkê em daynin, lê me nekarî wê yekê li gel yek bikin.’’

Herwaha got: ‘’Her demkî pêwîst bike di asta jor de civîn dê navbera PDK û YNKê de bê kirin, ji ber ku ti pirsgirêkek tine ku civîn neyê kirin.’’

 

Basnews

Top