• Monday, 06 May 2024
logo

Bavek ji aliyê mala xwe ve tê kuştin û jinek xwe dişewitîne

Bavek ji aliyê mala xwe ve tê kuştin û jinek xwe dişewitîne
Diyardên tundûtîjiyê li Kerkûkê zêde dibin û di heyamê hefteyekê de çend tawan tên encam dan, Bavek ji aliyê mala xwe ve tê kuştin û jinek xwe dişewitîne.

Emîd Enwer Qadir rêveberê bingehê polîsê Domîz ê ji mapera xendan re ragehand ku xêzanek li taxa Domîz a bajarê Kerkûkê li bavê xwe dixin û paş sê rojan li nexweşxanê canê xwe ji dest dide, navbirî xuya jî kir piştî ku wê malê zanî bavê wan canê xwe ji dest daye, hemû revîn.

Rêveberê bingehê polîsê Dmîz herweha ragehand ku li heman tax bavek hat xwe radestî bingehê polîsan kir û got ku keça wî xwe kuştiye, lê diyar bû ku wî bi xwe keça xwe kuştiye û şeş gule lê dabû.

Ji aliyekî din ve bi sedema nakokiyekê di nav bera jin û mêrekî de jinik xwe dişewitîne, bingehê polîsê Azadî ragehand: jinek bi navê T.N ji daykbûya 1985ê li taxa Piryada Kerkûkê, paş ku şerek di navbera wê û mêrê wê de derdikeve, neftê li xwe dike û xwe dişewitîne.

Jêderê polîsan xuytakirin ku astê şewata wê jinê 90% ye û lêkolîn berdewam in.
Top