• Monday, 06 May 2024
logo

Jinan li girtîgeha Bedlîsê Newroz pîroz kirin

Jinan li girtîgeha Bedlîsê Newroz pîroz kirin
Girtiyên jin ên siyasî ku li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê dimînin Newroz li hewşa girtîgehê pîroz kirin.

Girtiyên jin ên siyasi yên Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê û 12 zarokên ku demên dawî hatin girtin li hewşên koguşan Newroz pîroz kirin. Jinan bi cil û bergên neteweyî govend girêdan û zarokan jî li dora agirê ku li hewşê hilkiribûn govend girtin û slogana "Bijî Newroz" bilind kirin.

Hate zanîn ku piştî pîrozbahiyê rêveberiya girtîgehê zarok birine koguşeke din ku hewşa wê tune. Rayedarên girtîgehê îdîa kirin ku koguşa zarokan li ser daxwaza wan hatiye guherîn. Rûdaw
Top