• Saturday, 20 July 2024
logo

Swêd alîkariyên xwe yên bi Îraqê re radiwesîtne

Swêd alîkariyên xwe yên bi Îraqê re radiwesîtne

Hikûmeta Swêdê ragehabd ku, sala bê (2025) bi awayê pêngav pêngav alîkariyên xwe yên bi pêşxistina Îraqê re radiwestîne, lê peywendiyên Swêdê bi Îraqê re di warên bazirganî, jîngehî û koçkirinê de berdewam dibin.

Wezîrê Alîkariyên Pêşxistina Navdewletî û Bazirganiya Derve ya Swêdê Juhan Forssell ragehand, “Ev çend sal in ku Hikûmeta Swêdê di çend warên mirovî û pêşxistinê de alîkariya Îraqê dike, lê ji sala bê ve bi awayê pêngav pêngav alîkariyên xwe bidawî tîne, ji ber ku rewşa Îraqê hatiye guhertin û niha welatek e ji aliyê dahatê ve navincî ye û çavkaniyên baş ji bo jîn û jiyara şêniyên xwe hene.”

Juhan Forssell amaje jî da, “Pakeca alîkariyên Swêdê ji bo Îraqê her salê nêzî 190 milyon kironan bû, ku dibe 18 milyon dolar.” Herwesa got, “Sala bê jî tevaya alîkariyên Swêdê ji bo Îraqê 100 milyon dolar dibin û li roja 30.06.2025ê bidawî tên.”

Navbirî eşkere jî kir, “Hikûmeta Swêdê guhertinên bingehîn di siyaseta alîkariyên xwe yên derve de dike, lewma jî biryar daye li nîva sala bê alîkariyên xwe yên bi Îraqê re jî bidawî bîne, ji ber ku Îraq li ser astê cîhanê li rêza pêncê tê ku xwediya zêdetirîn yedeka petrolê ye û tenê par (2023) dahata wê ya petrolê zêdetirî 1000 milyar kironên Swêdî bû.”

Li dû amarên Hikûmeta Swêdê, di 10 salên borî de bi nêzî 3 milyar kironan  ku dibin 284 milyon dolar ji bo vejandin û pêşxistinê alîkariya Îraqê kiriye.

 

K24

Top