• Saturday, 20 July 2024
logo

Îsraîl - Bi dronê êrişî Tel Avîvê hat kirin: Mirî û birîndar hene

Îsraîl - Bi dronê êrişî Tel Avîvê hat kirin: Mirî û birîndar hene

 Li Tel Avîva paytexta Îsraîlê di êrişeke dronî de kesek mir 4 kes jî birîndar bûn.

Li navenda Tel Avîva paytexta Îsraîlê, li nêzî Balyozxaneya Amerîkayê bi şev teqîneke bihêz rû çêbû.

Li gorî daxuyaniay Stêrka Sor a Dawud Servîsa Alîkariya Bilez a Îsraîlê zilamekî 50 salî ji ber parîeyên şarapnalan jiyana xwe ji dest da.

Herwiha 2 kes di mal de û 2 kes jî li kolanê di encama teqînê de birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya berdevkê artêşa Îsraîlê, teqîna li Telavîvê ji ber "amûreke" pêk hatiye û sîrenên hişyariyê lêdenane.

Hat diyarkirin ku der barê êrişê de lêpirsîn hat vekirin û yekîneyên ewlehiyê li herêmê dixebitin.

Hat diyarkirin ku hêzên esmanî yên Îsraîlê ji bo parastina qada esmanî ya Îsraîlê dewriyeyên xwe tund kirine û di hişyariya ewlehiyê ya artêşê ya ji bo welatiyan de tu guherîn çênebûye.

Li aliyê din, Berdevkê Leşkerî yê Husiyên Yemenê Yahya Serî jî darbarê Êrişa li Tel Avîvê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û berpirsyariya êrişê girt ser xwe.

Berdevkê Husiyan gefa wê yekê jîxwar ku ew dê hinek navçeyên hestiyar ên Îsraîlê bikin armanc.

 

Rudaw

Top