• Saturday, 20 July 2024
logo

Konsulê Îtalyayê: Îtalya bi hevahengiya bi Herêma Kurdistanê re pabend e

Konsulê Îtalyayê: Îtalya bi hevahengiya bi Herêma Kurdistanê re pabend e

Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê amajeyê dide, “Rewşa saxlemiyê li cîhanê baş nîne, lewma em ji bo her alîkariyekê bi Herêma Kurdistanê re berhev in.” Herwesa tekez dike, “Îtalya bi hevahengiya bi Herêma Kurdistanê re pabend e.”

Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Michele Camerota di nav konferansa sîstema zanyariyan a tendirustiyê de li Hewlêrê ragehand, “Îtalya bi hevahengiya bi Herêma Kurdistanê re pabend e û ragehandina sîstema zanyariyan a tendirustiyê jî ji bo pêşvebirina kertê tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê giring e.”

Michele Camerota amaje jî da, “Ew piroje li Herêma Kurdistanê hatiye destpêkirin û armanca me ew e ku em wê berfirehtir bikin.”

Navbirî herwesa got, “Niha ji ber hejmareke qeyranan tendirustiya cîhanê di rewşeke baş de nîne, lewma jî em ji bo her alîkariyekê bi niyeta çarekirina arêşeyan berhev in.”

Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê tekez jî kir, “Ragehandina wê pirojeyê ji bo pêşvebirina kertê tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê giring e.” Amaje jî da, “Bicihanîna wê pirojeyê pêdivîtî bi bizav û hevahengiyên hemî aliyan heye.” Herwesa got, “Ew piroje li Herêma Kurdistanê hatiye destpêkirin, lê armanca me ew e ku em wê berfirehtir bikin û tevaya welatî vebigire.”

Bi hevahengiya Îtalya û Zanîngeha Romayê, Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 18.07.2024) konferansa sîstema zanyariyan a tendirustiyê bi rê ve bir.

Wezîrê Tendirustiyê jî ragehand, “Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, dest bi damezrandina vê sîstemê tê kirin. Armanca wê sîstemê jî girêdana dezgehên wezareta wan bi hev re ye, tevî pêşxistina kertê tendirustiyê li Herêma Kurdistanê.”

 

K24

Top