• Monday, 06 May 2024
logo

Reviya lê bi pey ketin û li ber deriyê malekê kuştin

Reviya lê bi pey ketin û li ber deriyê malekê kuştin
Zêdeyî salekê bû Peyman ji aliyê mêrê xwe yê dûyem hatibûn berdan, lê dîsa jî dev ji bernedida û gefa kuştinê lê dixwar, di dawî de ji aliyê kesekî nenaskirî hat gullebarankirin û kuştin. Cîranekî Peyman got: "Peyman ji ber mirinê reviya berbi malekê, lê berî ku bigihe wê malê jiyana xwe ji dest da." Peyman Kamil Salih (29) jina malê bû, mala wan li komelgeha Pîrzîn a ser bi Hewlêrê bû, roja 27.02.2011an bi du gulleyan hat kuştin.

Peyman sê mêr kiribûn, ji aliyê mêrê dûyem gefa kuştinê lê hatibû xwarin, lê heya niha ti kes li ser kuştina wê nehatiye girtin û ti kesî jî doz tomar nekiriye.

Rêveberê Polîsên Hewlêrê Komîser Ebdulxaliq Telet bo Rûdawê ragehand: "Peyman hatibû berdan û mêr kiribû, lê ji ber pirsgirêkên civakî ligel mêrê wê yê berê, bi destê mêrê xwe yê dûyem hat kuştin. Lêkolîn li ser bûyerê berdewam in."

Ne girtina kujerên hejmareke zêde ya jinan, kuştina jinan li Kurdistanê hê berdewam e, her çiqasî di sala 2008an de li Kurdistanê yasaya rewşa kesayetî ya Iraqê hat sererastkirin û kuştina li ser namûsê weke her tawaneke din a kuştinê reftar ligel tê kirin.

Peyman yek ji qurbaniyane ku berê ji aliyê mêrekî gefa kuştinê lê hatibû xwarin, ku mêrê wê bû û ji hevdu cuda bûne.
Li gor agahiyên Rûdawê, Peyman sê mêr kiribûn, ji mêrê yekem telaq wergirt û niha ew mêr li xerîbiyê ye, pişt re mêr kir, ji mêrê dûyem jî ku bi kuştina wê tometbar e dû zarokên wê hene. Piştî cudabûna wê ji vî mêrî berî 7 mehan bi kurê metika xwe re zewicî. Mala Peyman li kolaneke teng a Pîrzînê bû, ku otombîl tê de nediçû. Piştî kuştina Peyman deriyê xaniyê wan bi zincîran hatiye girtin.

Peyman fermanber bû li nahiya Behrke, mêrê wê jî li Pîrzînê dikandar e û otombîleke wan heye ku piştî kuştina Peyman otombîla wan li ber bingeha polîsan li Pîrzîn hatiye rawestandin. Rêveberê Şopandina Tundûtûjiya dijî Jinan li Hewlêrê Komîser Jîlemo Ebdulqadir ragehand: "Li gor agahiyan Peyman ku ji aliyê mêrê xwe yê dûyem hatibû berdan, mêrê wê jê re gotibû nabe ligel kurê metika xwe bizewicî, Peyman jî pê re zewicîbû, loma pirsgirêk di navbera wan de derket."

Peyman roja 18.01.2011an doz dijî mêrê xwe yê dûyem vekir ku navê wî R. M e. Komîser Jîlemo behsa vê dozê dike û dibêje: "Mêrê wê yê dûyem çûbû mala wan û li Peyman dabû, mobile jê sitandibû, li gor gotina Peyman, bo kuştina wê çûbû û gefa kuştinê jî lê xwaribû. Peyman got di dema telaqdanê de lihev kiribûn li ser hinek pereyan. Niha R. daxwaza pereyên zêdetir ji mêrê wê yê 3an dike, diyar e weke sulh Peyman hatiye berdan û têkiliyên wê ligel kurê metika wê hebûn."

Yek ji cîranên mala Peyman, dibêje ew şaş maye Peyman çawa netirsiyaye here derve tevî ku gefa kuştinê lê hatibû xwarin, ew behsa kuştina wê dike û dibêje: "Gava Peyman ji mal derketiye derve û zarokê wê jî ligel bû, gava kesekî dibîne ku xuya bû ew nas dikir, ji tirsa kuştinê direve, lê ew mêr dide dûv wê û li nêzîka mala wan bi demançê du gulleyan lê dide û dikuje."

Yek ji cîranên wan, ku bi dîtina termê Peyman rewşa wê ya pisîkolojîk têk çûye amaje da ku gava li malê bûye, jinek xwe li deriyê wan dide: "Yek ser dengê gulleyan hat, heya derketim kes li wir nemabû, termê Peyman li ber derî ketibû."

Komîser Jîlemo dibêje, Peyman li ber deriyê mala cîranan hat kuştin, pala xwe daye deriyê mala cîranan û hatiye kuştin, lê: "Kesî nedîtiye, di cih de Peyman miriye, nekariye îfade bide, loma em nizanin kê ew kuştiye, ti kesî jî gilî nekiriye, heya kesûkarên Peyman jî nehatine dozê tomar bikin, lê berê Peyman doz dijî R tomar kiribû."

Li gor gotina cîranan, mêrê ku Peyman kuşt, pir bi hêsanî çûye, bê otombîl jî bû: "Piştî kuştina Peyman çûbû gerajê û taksiyek bi kirê giritibû, me telefona şofêrê taksiyê kir, got her niha min ew mirov li Hewlêrê anî xwarê. Kurê Peyman jî, ku temenê wî 10 sal in li cem polîsan gotibû yê ku diya min kuşt ne bavê min bû, me wêneyê bavê wî jî dayê lê wî got ne ev bû."

Ti kesûkarên Peyman li Pîrzînê nînin, lê cîraneke mala Peyman dibêje, xuşkeke Peyman hatibû Pîrzîn da ku kelûpelên mala Peyman bifiroşe û wan 500 dolaran bide mala Peyman ku bi deyn wergirtibûn: "Mêrê dûyem ê Peyman berê jî fermana girtina wî derketibû, bi tometa ku mêrek kuştiye."
(Rojnama Rûdaw)
Top