• Thursday, 18 July 2024
logo

Alî Yerlîkaya: 221 jinan ji ber tundûtûjiyê canê xwe ji dest daye

Alî Yerlîkaya: 221 jinan ji ber tundûtûjiyê canê xwe ji dest daye

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku sala borî li Tirkiye û Kurdistanê 6 mehên destpêka îsal 166 jinan di encama tundûtûjiyê de canê xwe ji dest daye.

Komîsyona Wekheviya Derfetên Jin û Mêran (KEFEK) ya Parlamentoya Tirkiyeyê duh bi Serokatiya Parlamentera AK Partiyê ya Sakaryayê civiya.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî beşdarî civînê bû.

Alî Yerlîkaya piştî civînê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û tê de behsa amarên kuştina jinan kir.

Par 308 jin hatin kuştin

Yerlîkaya ragihand ku rûbirûbûna tundûtûjiya li hemberî jinan yek ji wan mijaran e ku ew bi hestiyarî li ser radiwestin û got:

“Mixabin sala 2023an 308 jinan ji ber tûndûtûjiya li dijî wan  canê xwe ji dest daye.

6 mehên destpêka îsal jî mixabin 166 jinan canê xwe ji dest daye.

Wekî her corê tundûtûjiyê em tûndûtûjiya li hemberî jinan jî bi ti awayî qebûl nakin.”

Yerlîkaya amaje bi wê yekê kir ku ew piştevaniyê li hemû xebatên rêgirtina tundûtûjiya li hemberî jinan dikin û got:

“Me kariye bi projeya kelemçeya elektronîk rê li ber gelek haletên bi rîska mezin ên tundûtîjiyê bigirin.”

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê herwiha da zanîn ku 659 haletên egera tundûtûjiya li ser jinan ji aliyê Navenda Çavdêriya Elektronîk ve tên şopandin û got:

“2023an kapasîteya me ya kelemçeyên elektronîk hezar bû. Me ev ji sedî 50 zêde kir û hejmara wan gihand hezar û 500an.”

Komeleya Jinan: Îsal 221 jin hatine kuştin

Li aliyê din, Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî rapora 6 mehan a derbarê kuştinên jinan de belav kir.

Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ragihand ku îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 221 jin hatine kuştin.

 

Rudaw

Top