• Monday, 06 May 2024
logo

Li Sêrtê keçeke ciwan xwe kuşt!

Li Sêrtê keçeke ciwan xwe kuşt!
Li Sêrtê xwendevaneka keç ya dibistana amadeyî, li avahiya ku lê jiyan dikir di qeta 4’mîn de xwe avêt û întîhar kir. Heman rojê jî esnafê bi navê Cengîz Elçi bi demanceyê gule li serê xwe barandin û xwest xwe bikuje.

Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin, Canan Çîçek li Sêrtê xwendekara refa 3’ê ya Amadeyiya Keçan ya Pîşeyî dixwend, jiber sedemekî nayê zanîn xwe liser qeta 4’an ya avahiya Oztekînlera ya liser Rêya Nexweşxaneya Dewletê avêt.

Keça ku li ser cihê beton dikeve û biawayek giran birîndar dibe, piştî dermankirina destpêkê rakirin, Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê lê li rexmî hemû mudaxeleyan keçik xilas nekirin.

Li aliyê din esnafê binavê Cengîz Elçî jî li cihê kar dema ku kes li wir nebû, bi demanceyê gule berda serê xwe û xwest xwe bikuje. Elçî rakirin Nexweşxaneya Dewletê û hat hînbûn ku, xeteriya jiyana wî hêjan didome. ANF-avesta
Top