• Monday, 06 May 2024
logo

Keçek ji aliyê kurê jinbava xwe ve dibe jin

Gulan Media February 12, 2011 Civakî
Keçek ji aliyê kurê jinbava xwe ve dibe jin
Wek xewneke nexweş vebêje, H. neynûkên xwe dikirtîne û çavê xwe birine ber piyên xwe. Piştî cudabûna dayik û bavê wê, çarenivîsa H. û xuşka wê ya temen 4 salî giha wê rojê ku ti carî nikarîbû texmîn bike; “Her di temenê 17 salî de hemû tiştên min wêran bûn, perdeya min a keçîniyê jî ji destê min çû.”

Bi berdewamî pirsgirêkên dayik û bavê H. hebûn û herî dawî sala 2005an bi rêya dadgehê dayika H. tê berdan û vedigere mala bavê xwe; “Dadgehê em dan dayika me.”

Bapîrê H (Bavê dayika wê) ewqas xeyidî ye, ku amade nebû H. û Sinûra xwişka wê ligel xwe bihêle û ev jî dibe sedem ku H. vegere mala bavê xwe û xwişka wê jî diçe mala meteka xwe; “Di demeke kin de fikra jinanînê ket serê bavê min, jinbiyek dît û 3ê zarokên wê hebûn. Piştî 3ê mehan ji dayika min cuda dibe, di Adara 2005an de bavê min wê jinê tîne.”

Jinanîna bavê wê, dergehê jiyaneke wek a dojehê ji H. (17) re vekir. Ew jinebiya ku bavê H. anî, jineke dewlemend bû; “Loma bavê min pejirand ku zarokên xwe jî ligel xwe bîne. Herwiha bavê min temaiya xwe biribû mîratê ji mêrê yekem ê wê jinê ji bo zarokên wê mayî.”

Zirdayika H. xwediya 3ê zarokan bû. Kurê wê yê mezin 19 salî bû û bi navê Aso ye. Rojekê H. daxwaz ji Aso dike ku bigihîne mala hevaleke wê ya li taxa Kurdistan; “Ez westiya bûm û min dixwest herim mala hevaleke xwe ya keç.” Lê Aso wê bernameya di mejiyê xwe de danî bicih dike û dibe Ezmer; “Li wê derê ez anîm xwar, dest bi gotinên nerm kir û ez xapandim.” Her çiqasî naveşêre ku bilbilqa ciwaniyê wisa lê nekiriye ku ligel daxwazên Aso dijwar be; “Lê ez gelek poşman bûme.”

Wek H. vedibêje, “Aso ez kirim jin.” Her ji wê rojê de tirs û dûdilî rûyê H. û Aso digre û dizanin karek xeter kirine. H. lezûbez xwe digihîne mala keç meta xwe û bûyerê jê re dibêje, ew jî ji bo dayika xwe û dayika wê jî hemû çîrokê ji bavê wê re dibêje.

“Bavê min ji xeyidînê çavê wî sor bûn û dest bi lêdana min kir.” Pişt re bavê H. bangî Aso kir û jê re got; “Yan divê tû vê keçê mar bikî yan jî ezê we herdûyan bikujim.” H. dibêje: “Jinbava min ne dixwest vê daxwaza bavê min bipejirîne û pişt re neçar bû razî bibe.”

Ev demeke wê çîrokê di nava xwe de dihêlin, pişt re Aso razî dibe ku H. mar bike û dibe Helebceya nû. Xizmên dayika wê li wê derê dimînin; “Dema ez bûm jina Aso, ji zû de min ji wî hest bi xirabiya dikir. Ez têgihiştim ku çima min dûr dixe û ji bo li gor daxwazên xwe min biçewisîne.”
Ev nêzîka 4 salane H. bûye jina Aso, lê zarokên wan çênebûne; “Ger ez çûbam ba diktor wê zarokên min çêbûban, lê wî nedixwest herim ba diktor û dînarek li min xerc nekir.” Ev yek dibe behaneya wê yekê ku Aso jina dûyem bîne; “Keçeke Helebceyî anî û ez bûm jina dûyem.”

Jina Aso ya dûyem bi berdewamî gotinan ji H. re dibêje: “Ji min re digot ger tu merd bana, tu nedihatî xapandin.” Ligel H. ya ji vê jî nexweştir ew e ku wê jinê hesabê karkeriyê jê re kiriye, lê H. heya dawî ev yek nepejirand; “Kêr giha hestî û min rojekê ligel şer kir. Çaydanek ava kelandî li nîva malê bû û min bi laşê wê de kir.”

Niha jî H. bêriya dayika xwe dike, lê bi dirêjiya wan salan nekariye dayika xwe bibîne; “Dema bapîrê min razî nebû me ligel xwe bibe, bavê min bi temamî em ji dayika me dûr xistin û me nedidît. Lê tenê xebera min ji wê yekê heye ku şû kiriye.” Herwiha derbarê xuşka xwe de jî dibêje: “Tu problemên wê nebûn û meta min gelek bi ciwanî ew perwerde dikir.”

Roja 14.01.2011an piştî wî şerî, polîs H. digrin û hewiya wê Perwîn jî li nexweşxanê tê çareserkirin. Piştî 4 rojan H. tê azadkirin; “Lê ez niha naxwazim vegerim cem bavê xwe û ez ligel pîrika (dayika bavê wê) xwe dijîm.” Her çiqasî H. dilteng derdikeve, lê bi gotinên wê ve diyar e ku Aso dixwaze bibe cem xwe; “Carê ez li vê derê me.”

Gelek caran dema H. vedigere mala bavê xwe, xwestiye derbarê zoriya jiyana ligel Aso ji bavê xwe re bêje; “Lê bavê min nedihişt ez devê xwe vekim, dixeyidî û digot, bêdeng be û te gelek bi şeref şû nekiriye. Ez dixwazim dêlikekê bibînim, û te nebînim.” (Rojnama Rûdaw)
Top