• Monday, 06 May 2024
logo

Dijî sinetkirina keçan fîlmek hat pêşandan

Gulan Media February 8, 2011 Civakî
Dijî sinetkirina keçan fîlmek hat pêşandan
Di salvegera kampanyaya qedexekirina sinetkirina keçan de, belgefîlmê “miştê xole kewe” hat pêşandan.

Ew fîlm ji sînaryo û derhênana Nebez Ehmed e û li navçeyên Germiyanê wêneya wê hatiye girtin û ji berhemên rêxistina Wadî ya Almanyayê ye û armanc jê hişyarkirina xelkê ye ji bo jinavbirina sinetkirina keçan e.

Fîlm, duhî, li hola Geleriya Serdem li bajarê Hewlêrê bi amadebûna hejmarek ji çalakvanên rêxistinên civaka sivîl û nûnerên rêxistinên jinan hat pêşandan.

Piştî pêşandana fîlmê, gotûbêjeke dirêj û kûr derbarê naveroka fîlmê ji hêla temaşevanan ve hat kirin.

Derhêner Nebez Ehmed ji malpera AKnewsê re got, “Fîlm, ronahî dixe ser sinetkirina keçan li Kurdistanê, niha jî kampanyayek berfireh li cîhanê tê meşandin ji bo qedexekirina wî karî.”

Birêveberê Rêxistina Wadî ya Almanyayê li Herêma Kurdistanê Felah Murad Xan daxuyand ku ew fîlm, berî çend salan bi teknîk û kelûpelên asayî hatiye berhemhênan wek xebatekê ji bo qedexekirina wî karê ne şaristanî.

Hana Şiwan ku di Navenda Rêwan de dixebite derbarê fîlmê got, “Diviya di nav fîlmê de bêtir dîroka sinetkirinê hatibane pêşandan, ji ber ku ev kar di destpêkê de di nav kurdan de nebû, niha jî li hemû navçeyên Kurdistanê sinetkirina keçan tine ye, lê belê bi tinê li navçeyekê heye û hêdî hêdî ber bi nemanê ve diçe.”

(AKnews)
Top