Li Çînê ji ber lehî û hezazê 47 kes mirin
Li eyaleta Guangdong ya Çînê, di roja yêkşemê heta naha hezar û lehiyên ku ji ber barana tund a baranê derket pêş, jiyana li wê derê rawestandiye.
Hat diyarkirin ku li bajarê Meizhou di lehî û hezazê de 47 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragehandin di wê karesatê de 2 hezar û 247 mal hilweşiyane, di rêya 356 kîlometreyî û herwaha gelek pir û zeviyên çandiniyê de jî ziyanên mezin pêkhatine û ziyanên madî yên gelek mezin çêbûne.
Navenda Seqanasiya Netewî jî hişyarî ji bo gelek herêmên başûr û çend xalên li bakurê welat da.