• Monday, 29 April 2024
logo

Bi amadebûna dehan kes Hewêrî û Zêdikî peymanek îmze kirin

Gulan Media January 22, 2011 Civakî
Bi amadebûna dehan kes Hewêrî û Zêdikî peymanek îmze kirin
Li Kurdistanê berî du salan Misto Hewêrî bi destê endamekî Malbata Simko Axayê Zêdikî hat kuştin. Berî çend rojan herdu malbatan li Almanya peymana lihevhatinê îmzekirin. Dayika qurbanî û hevjîna wî jî qebûl nekirin ku Hikûmeta Kurdistanê xaniyekî ji keça wî ya 5 salî re ava bikin û gotin “Em tiştekî naxwazin, gerdena wan aza û me xwîn jî navê.“

Roja 4ê Hezîrana 2008an li bajarokê Baedrê li Başûrê Kurdistanê, zilamekî malbata Simko Axayê Zêdik ji eşîra Koçeran teqe li xwîndarên xwe yên ji malbata Wecdî Axayê Zêdik kirin ku pismamê hevin jî û du kes kuştin, yek ji wan ji malbata Wecdî bû û yê din zilamekî bêguneh bû ti peywendiya wî bi xwîndariya wan herdu malbatan nebû. Vê bûyerê xwîndareke din ji malbata Simko Axayê Zêdik re çêkir ku ew jî malbata kuştî yê duyem ê bi navê Misto Dawud Ereb ji eşîra Hewêrî ya Kurdên Êzîdî. Li roja 9’î Çileya 2011’an, ango piştî 2 sal û nîvan herdu malbat li bajarê Koln ê Almanya civiyan û bi amadebûna bi dehan kesayetiyan û serperiştiya rasterast a Lîjneya Navçeya Duesseldorf a Partiya Demokrat a Kurdistan, peymana li hevhatinê îmzekirin.

Navbijîwan û organîzerê vê lihevhatinê, Rizgar Emer Misto derbarê bûyera kuştinê ji bo Rûdawê got ”Ew qezayek bû, lê ne bi qesdî bû.” Rizgar ku dibe xezûrî qurbanî diyar kir ku zavayê wî Misto Dawud Hewêrî karmendê şaredariya Baedrê bû, “Ew di dema vegera mal de ket ber teqeya zilamekî Zêdik û guleyek bi serê wî ket û hat kuştin.” Rizgar Emer ku niha li bajarê Augsburg ê başûrê Almanya dijî, herwiha diyar kir ku keça wî qebûl nedikir lihevhatin çêbibe û digot bila dadgeh mafê wan bistîne “Lê bi rastî sûda vê yekê tune, ji ber ku zilamê wê bi qesdî nehatiye kuştin. Ji xwe qatil niha ne li Kurdistanê ye û kes nizane ew li ku ye.”

Xwîndariya ligel malbata Hewlêrî çareserbû, lê xweîndariya ligel pimsm hêjî maye

Di rûniştina lihevhatinê de ku birayên qurbanî, Ereb Dawud Ereb û Yasîn Dawud Ereb jî amadebûn, lê Rizgar Emer Misto kiribûn nûnerê malbata xwe, Rizgar derbarê dereng lihevhatina van herdu malbatan, got “Ti xêrxwaz nebûn ku ev lihevhatin çêbibe.” Lê wî amaje da wê yekê jî ku gelek kesayetiyan hewl dan vê pirsgirêkê çareserbikin, ”Babê Şêx, Mîr Tehsîn Beg û Kurê Moşîr axayê Goran, herwiha Waliyê Duhokê, Temer Remezan û birayê wî Moşîr jî pê rabûn, lê tiştek pêknehat.” Rigar Emer Misto li dawiyê got “Bavê qurbanî gote min tu çawa bikî bila weke te be û piştî ew çû rehmetê jî min hewldanên xwe zêdetir kirin û me karî em vê lihevhatinê li vir pêkbînin, ji ber ku kesûkarên qurbanî li Baedrê nemabûn, tenê dayika wî û keça min ku hevjîna qurbanî ye mane û wan jî ez kirim wekîlê xwe.”

Navbijîwan ligel deshilata Kurdistanê lihevhatibû ku perçe zeviya keça qurbanî ku temenê wê 5 salin, jê re ava bikin, lê dayika qurbanî û hevjîna wî jî ev tişt qebûl nekirin û gotin em tiştekî naxwazin, me xwîn jî navê.

Li Başûrê Kurdistanê pir caran lihevhatinên xwîndaran di navbera eşîr û malbatan de çêdibin û partî û aliyên siyasî diravekî mezin didin aliyê zerermend, mam Rizgar derbarê vê mijarê got ”Ti aliyan pere nedan aliyê din û hemû xerciyên civînan jî min ji bêrîka xwe dan, tenê ji bo ev xwîndarî nemîne.” Wî eşkere kir ku wî ligel deshilatdaran lihevkiribû ku perçe zeviya keça zavayê wî yê qurbanî ku temenê wê 5 salin, jê re bê avakirin, “Lê dayika qurbanî û hevjîna wî jî gotin em tiştekî ji wan naxwazin, me xwîn jî navê û guneha me di stûyê te de ye ku tu tiştekî wiha bikî.” Wî herwiha diyar kir ku di serî de malbata Dawud Ereb Hewêrî lihevhatin jî qebûl nedikirin, “Ez bi mehan li ser xebitîm û min li ser xatirê seydayê Temer Remezan ev kar kir û li dawiyê min karî ez malbatê razî kim.”

Nûnerê malbata kojer, Nafîi Simko Axa Zêdik ê Koçer jî ji bo Rûdawê diyar kir ku ji ber mirovên me û yên qurbanî jî li Ewrûpane, loma lihevhatin li Ewrûpa pêkhat ”Ev lihevhatin li jêr çavdêriya kek Nîhad Barzanî û bi xêra wî û nûnerên wî û mamoste Temer Remezan û birayê wî pêkhat.” Zêdikî ku niha li welatê Holanda dimîne got kek Rizgar Misto zehmeteke mezin kişand û malbata qurbanî jî ti mercek nedanîn ber wan “Ji ber wan zanî ku ev qezayeke bê destî bû û gotin em tenê dixwazin lihev bên û bi hev re rûnin. Ji xwe eger wan daxwaza tiştekê bikira, jî me yê bidayê.” Zêdikî behsa wê yekê jî kir ku haya wî jê nîne ku hikûmet û PDK’ê jî diravek dabe kesûkarên qurbanî û got “Hêvîdarim êdî ev tişt li Kurdistanê neqewimin.”

12 kesan peymana lihevhatina Malbata Hewêrî û Zêdikî îmze kirin

Ev bûyer berî du salan pêkhat û tê de du kes hatibûn kuştin, Nafîi Simko Axa got “Ev lihevhatin dereng ma ji ber ku pirsgirêka kesê din nehatiye çareserkirin, lê baş bû ku niha ev hat çareserkirin û em bi hêvîne ku pirsgirêka din jî çareser bikin.”
Di civîna lihevhatinê de ji bilî nûnerên herdu malbatan, bi dehan kesayetiyên civakî, olî û rewşenbîrî amadebûn û bi serperiştiya Lîjneya Navşeya Duesseldof a Partiya Demokrata Kurdistan (PDK), peymana lihevhatinê ji aliyê nûnerên herdu malbatan, 6 şahid û 4 endamên PDK’ê hat îmzekirin. Berpirsê Navçeya Duesseldorf, Sadulla Berwarî ji bo Rûdawê got “Me bi navê lîjneya xwe û nûnertiya Liq (Şax)a-6 a PDK’ê û bi harîkariya hevalê xwe Rizgar Emer Misto ev kar encam da.” Sadulla Berwarî got mirovên kojer li Holanda û yên qurbanî li Almanya bûn, “Me wiha kir ku mirovên kojer li pey mirovên qurbanî bên Almanya û lihevhatin li Almanya be.”

Berpirsê Navçeya Duisseldorf jî amaje da ku berî wan Parêzgarê Duhokê hewl dabû wan li hevbîne, lê nekarî. Hin alî di wê bawerê de ne ku sedema derengketina çareserkirina vê pirsgirêka dirav bû, lê Endamê Liqa-6 a PDK’ê, Sadulla Berwarî dakokî li ser wê yekê kir ku ti pereyek nehatiye dayîn ”Ez bi xwe ligel dayika qurbanî axivîm û min jê pirsî ka çi daxwaziyên wan hene, lê wê got em tiştekî naxwazin û em gerdena wan aza dikin.”

Parêzgarê Dihokê, Temer Remezan ku ji eşîra Koçerane di lihevhatinê de rola wî hebû, lê bersiva telefona Rûdawê neda. Li gor axaftinên herdu aliyan rola Parêzgarê Dihokê, Temer Remezan jî di vê lihevhatinê de hebû, Remezan ji eşîra Koçerane (eşîra kesê kojer), Rûdaw ji bo wergirtina bêtir zanyariyan û zanîna rola seydayê Temer Remezan di çareserkirina vê meseleyê de ka gelo weke parêzger yan weke kesayetiyeke eşîra Koçeran ev rol lîstiye, çend caran telefona wî kir lê bersiv nebû.

Nûnerê malbata qurbanî, Rizgar Emer Misto, herwiha nûnerê malbata kojer, Nafîi Simko Axayê Zêdik jî rexne li K.tv girtin û diyarkirin ku ew tv di rûniştinê de amadebû, lê nûçeya me belav nekirin û hêncet girtin ku ew nema van tiştên wiha diweşînin, “Lê baweriya me bi wê hêncetê nayê.” Rûdawê hewl da xwe bighîne rêvebirên K.tv, lê bê encam bû. Rojnama Rûdaw
Top