• Wednesday, 03 July 2024
logo

Şaxewan Ebdula: Hewldanên cîdî ji bo zelalkirina peywirên Kerkûkê heye

Şaxewan Ebdula: Hewldanên cîdî ji bo zelalkirina peywirên Kerkûkê heye

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ragehand, hewldanên cîdî hene ji bo civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê birêve biçe û parêzgarek ku bibe nûnerê hemû pêkhateyan bê helbijartin.

Îro 12.06.2024ê Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula di civîneke çapemeniyê de ragehand, pêngavên cîdî ji bo civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê pêkbê heye, ku parêzgereke bê helbijartin û bibe nûnerê hemû pêkhateyên Kerkûkê.

Herwaha got, di rûniştinê de serokê encûmenê dê bê helbijartin û piştre jî dê peywirên din bên dabeş kirin.

Nêzîkî 7 mehane helbijartinên parêzgehên Iraqê birêveçûye, lê heta naha alî li Kerkûkê negeheştine rêkeftinê.

 

Basnews

Top