• Wednesday, 03 July 2024
logo

Ekrem Îmamoglû: Ev pêngav zirarê dide Tirkiyeyê

Ekrem Îmamoglû: Ev pêngav zirarê dide Tirkiyeyê

Dibêje ezê çi bersifa rayedarên cîhanê bidim.

Serokê bajardariya mezin ya Îstenbûlê Ekrem Îmamoglû di gotareke xwe de behsa teyîn kirina Qeyûm bo şaredariya Colemêrgê kir û rexne li hikûmeta AKPê kir.

Îmamoglû ragihand ku, gotarek pêşkêşî Serokê tevahiya komîteyên olempiyadên cîhanê dikim gelek rayedar û nunerên welatên cîhanê amadene, vê ev ji min mijara teyîn kirina Qeyûm bipirsên, gelo ez çi ji wan re bêjim, çi bersifek bidim? Bi rastî ev pêngava han zirarê dide Tirkiyeyê, li ser asta cîhanê Tirkiye bêîtîbar dike û ev rewşeke gelek xirabe bo Tirkiyeyê.

Ji aliyeke din ve duhê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jî gef kiribû ku, teyîn kirina Qeyûm bo şaredariya Colemêrgê yekem gave û berdewamiya vê pêngavê vê hebe.

 

 

Top