• Wednesday, 03 July 2024
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Parêzgarê Urmiyê dike û bi hev re li ser hin mijaran danûstandinan dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 06.06.2024) pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Motemidyan kir.

Li dû ragehandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Di wê civînê de ku Parêzgerê Kurdistanê Ismaîl Zarihî Kuşa, Parêzgerê Kirmanşanê Mihemed Teyîb Sehrayî û hejmareke din a berpirsên Îranê jî tê de berhev bûbûn, danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî û alîkarî û hevahengiyê di warên lihevguhertina bazirganî û hêsankariyên ji bo geştyaran di navbera her du aliyan de hatin kirin, xasma alîkariyên pêşwaziya serdankerên Îranî ji bo cihên wan ên pîroz li başûrê Îraqê.”

Di pareke din a wê ragehandinê de hatiye, “Her du alî li ser pêdivîtiya mukomkirin û pêşxistina peywendiyan li ser bingeha berjewendiyên hevpar hevnerîn bûn.”

Top