• Wednesday, 03 July 2024
logo

Colemêrg li hemberî qeyûm li ser pêyan e: 'Li hemberî Kurdan şerek heye'

Colemêrg li hemberî qeyûm li ser pêyan e: 'Li hemberî Kurdan şerek heye'

Çalakî û nobeta DEM Partiyê ya li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê berdewam dike.

Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir, çend parlamenterên DEM Partiyê û gelek siyasetmedaran li Colemêrgê heta sibehê nobet girt. 

îro li Colemergê çalakiyeke girseyî ya meşê hat lidarxistin lê polîsan bi tundî êriş kir û di encamê de polîsek, rojnamegerek û 2 welatî birîndar bûn.

DEM Partî û hinek xelkê Colemergê xwest li ber Şaredariyê ku qeyûm li ser hatiye danîn daxuyaniyekê bide lê polîsan rê neda.

Parlementerê Colemergê Onur Duşunmez got:

“Em biryara binpêkirina îradeya gelê xwe qebûl nakin û em dê bexwedana xwe berdewam bikin.”

Piştî ku bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm li ser Şaredariya Colemergê hat danîn, di serî de DEM Partî, gelek saziyên sivîl  û hinek partiyên siyasî ji bo piştirigiriyê berê xwe da Colemergê.

Lê parêzgariyê 7 rojan hemû cure çalakî û daxuyanî qedexe kirin.

“Li hemberî gelê Kurd şerek heye”

Parlamenterê berê yê Colemêrgê Saît Dede got:

“Mijar ne tenê qeyûm e. Li hemberî gelê Kurd şerek heye û li hemberî gelê Kurd şer dikin.

Ne tenê li Colemêrgê li Başûr û Rojava jî li hemberî gelê me şer dikin û dixwazin gelê colemêrgê jî bêdeng bikin.”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî got:

“Gelê Kurd xwedî îrade ye û li îradeya xwe xwedî derdikeve ne tenê li Colemergê li her derê Kurdistanê em dê li îradeya xwe xwedî derkevin.

Şandeyeke Partiya Komarî ya Gel (CHP)jî ji bo ku helwesta xwe li dijî danîna qeyûm diyar bike gihîşt Colemergê.

Şandeya CHPyê li Colemergê çû avahiya DEM Partiyê.

“Biryareke li dijî demokrasiyê ye”

Berdevkê CHPyê Denîz Yucel ku di nav şandeyê de bû got:

“Biryareke li dijî demokrasiyê ye. Em jî li dijî vê biryara ji bo piştgiriya xelkê Colemergê li vir in.”

Di helbijartinên 31ê Adarê de Şaredariya Colemergê bi rêjeya 48,92yan dengan ji aliyê DEM Partiyê ve hatibû bidestxistin.

 

 

 

Rudaw

Top