• Monday, 17 June 2024
logo

Rojnamegereka Kurd hate ceza kirin

Rojnamegereka Kurd hate ceza kirin

Dadgeha rejîma Îranê 21 sal cezayê girtîgehê daye vê.

Li gor zaniyariyên berdest duhê dadgeha rejîma Îranê li bajarê Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê cezayê girtîgehê daye Rojnameger û çalakvana Kurd Jîna Moderis Gorjî.

Jîna ku, sala 2022an ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye girtin, duhê ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve bi hinceta propagende kirin dijî rejîma Îranê bi 21 sal cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin.

Ji aliyê xwe ve Parêzerên Jîna jî diyar kirine ku, vê li dijî vê biryarî serî li dadgeha bilind bidin û doz dijî vê biryarê vekirin û daxwaza hilweşandina vê biryarê bikin.

 

 

Top