• Sunday, 19 May 2024
logo

Serokê herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Îranê civiyan

Serokê herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Îranê civiyan

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îranê kirin.

Di çarçoveya serdana xwe de bo Îranê, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê li gel wezîrê derve yê Îranê Hûsên Emîr Ebdulahiyan civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên Kurdistan û Îraqê yên li gel Îranê hate kirin.

Her du alî tekez li ser girîngiya pêşde birina wan têkiliyan bo her du welatan kir û balkêşandine ser derfetên bihêztir kirina liv û tevgerên abûrî û bazirganî yên di navbera Îran, Kurdistan û Îraqê de.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser rewş û pêşhatên giştî yên li Îraq, Kurdistan û deverê de hate kirin.

Top